'Em di hizûra leşker û îstîhbaratê de bi fermandarê DAIŞ'ê re axivîn' 2021-09-03 13:39:18     ENQERE - Muhammed Kasim Kurt ê ku di Doza Komkujiya 10'ê Cotmehê de wekî şahid lê hat guhdarkirin îtiraf kir ku ew di hizûra leşker û îstîhbaratê de bi fermandarê DAIŞ'ê re axivîne.   DAIŞ’ê li Enqereyê di 10’ê Cotmeha 2015’an de li dijî mitînga aştî û demokrasiyê ya li ber Gara Trênê ya Enqereyê êrişa bombeyî pêk anîbû û 103 kesan jiyana xwe ji dest dabûn. Danişîna 12’emîn a doza derbarê Erman Ekîcî ku ji sûcê li dijî mirovahiyê kiriye û 16 bersûcên firar de hatiye vekirin, li 4’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê hat lidarxistin. Malbatên qurbaniyên komkujiyê û parêzerên malbatan û rêveberên HDP’ê beşdarî danişînê bûn.    Bêyî tesbîta nasnameyê daxwaza bersûc qebûl kir   Di danişînê de ewilî Muhammed Kasim Kurt ku hevdîtina bi telefonê bi fermandarê DAIŞ’ê Îlhamî Bali re kiriye bi awayekî ku şahid e hat guhdarkirin. Muhammed bi rêya Pergala Dîmen û Deng (SEGBÎS) beşdarî danişînê bû û îdia kir ku guhên wî baş nabihîzin û got ew kesê li cem wî ye lawê wî ye û wê pirsan ew jê re ragihîne. Dadger bêyî ku derbarê wî kesê tê gotin lawê wî ye tespîta nasnameyê bike, daxwaza bersûc qebûl kir.    ‘Ez bi rayedarê DAIŞ’ê re axivîm’    Muhammed îdia kir ku ew ji bersûcên firar kesî nas nake û hejmara telefona wî kevn e û nêzî 8 mehan e girtî ye û ji 2008’an vir ve bi kar aniye. Serokê dadgehê jê re got “Bi vê hejmarê di heman demê de bi Îlhamî Bali re jî hatiye axaftin, tu wî nas dikî?” Muhammed bersiva pirsê da û got: “Naxêr. Gelek xizmên me li Sûriyeyê hene. Di wê heyamê de leşkerekî tirk li Sûriyeyê miribû û yek jî dîl hatibû girtin. Mezinên dewleta me, cîgirê Wezîrê Karên Navxweyî û Waliyê Kilîsê ji min xwestin ji bo wî leşkerî bi Sûriyeyê re peywendiyê deynim. Ji ber vê yekê min peywendiya xwe danî. Belê ez bi rayedarê DAIŞ’ê re axivîm û ji ber vê telefonê 5 meh ceza li min hat birîn.”    Agahiya DAÎŞ'ê daye îstixbaratê   Muhammed anî ziman ku di dawiya sala 2015’an de kesekî bi navê “Furkan” çûye mala wî av xwestiye û jê re gotiye birayê wî tevlî DAIŞ’ê bûye. Muhammed got li ser vê yekê her çiqas wî leşkeriyê û îstîhbarata Kilîsê agahdar kiriye jî lê wan jî jê re gotiye “heke lazim bibe em ê bibînin.”    'Em di hizûra leşker û îstîhbaratê de bi fermandarê DAIŞ'ê re axivîn'   Pişt re parêzerên dozê têkildarî hevdîtina bi telefonê pirs ji Muhammed kirin û wiha got: “Ez di hizûra midurê şaxa îstîhbaratê, serpel û binefser pir eşkere bi fermandarê DAIŞ’ê yê ser sînor Îlham Bali re axivîm. Pişt re jî gotin ‘te çima hevdîtin’ kiriye û min girtin. Navê wan leşkeran û îstîhbarvanan nayê bîra min.”    'Tu kujeran diparêzî'   Li ser vê yekê parêzerên dozê navê leşkeran jê pirsî, serokê dadgerê got “bersivê nede” û ji axaftina Muhammed re bû asteng. Parêzer û malbatan bertek nîşanî dadger da û gotin “tu kujeran diparêzî.”    Dadger daxwaza parêzeran red kir   Parêzeran xwest navê leşkeran were eşkerekirin. Dadger daxwaza parêzeran red kir. Kesê ku tê îdiakirin lawê bersûc e, pirsên parêzeran xelet jê re ragihand. Parêzeran bertek nîşanî rewşê dan û xwestin tespîta nasnameya wî kesî were kirin. Li ser israra parêzeran tespîta nasnameya wî hat kirin.     Danişîn bi îfade dayîna Muhammed berdewam dike.