AYM’ê ji bo parastinê 30 rojên din da HDP'ê 2021-09-02 13:26:39     ENQERE - Dadgeha Destûra Bingehîn daxwaza dema zêde ya HDP’ê qebûl kir û ji bo parastinê 30 rojên din jî da HDP’ê.    Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ji bo parastina doza girtinê serî li Dadegeha Destûra Bingehîn (AYM) dabû û daxwaza dema zêdetir kiribû. AYM’ê serlêdana HDP’ê nirxand û ji bo dema zêdetir 30 rojên din da HDP’ê.    Çi bûbû?   Desteya Giştî ya Dadgeha Destûra Bingehîn îdianameya bi daxwaza girtina HDP’ê hatibû amadekirin bi piraniya dengan qebûl kiribû û ji bo parastinê bi qasî 2 mehan dem dabû HDP’ê. Komîsyona Hiqûqê ya HDP’ê serî li AYM’ê dabû û daxwaza dema zêdetir kiribû.