Parêzerê malbata Dedeogulari: Ji ber tevdîr nehat girtin komkujî pêk hat 2021-09-02 12:10:02     ENQERE - Parêzer Abdurrahman Karabulut ê giliyê wezîfedarên cemaweriyê kir bal kişand ser tevdîra ku li dijî êrişa nîjadpereset a li Konyayê nehatiye girtin û hurguliyên komkujiya gav bi gav pêk hat vegot.    Li navçeya Meramê ya Konyayê di 30’ê Tîrmehê de li dijî 7 ferdên malbata Dedeogullari êrişek nijadperest pêk hat û her 7 ferd jî hatibûn qetilkirin. Têkildarî vê komkujiya nijadperest lêpirsîna hatibû destpêkirin didome. Parêzerê malbata Dedeogullari, Abdurrahman Abdurrahman derbarê wezîfedarê cemaweriyê de ku berpirsiyariya wan di bûyerê de hebû serî li Serdozgeriya Komarê ya Konyayê da. Abdurrahman di daxwaznameya gilîkirinê de êrişa nijadperest a ewil ku di 12’ê gulanê de li dijî malbatê pêk hatibû bi bîr xist û cih da qewimandinên piştî tevdîr nehatiye girtin.    Di daxwaznameyê de hat xwestin ku derbarê Midurê Polîsan ê Konyayê, Cîgirê Midurê Polîsan ê Meramê, Midûrê Polîsan ê Navçeya Meramê û gelek amir û cîgirên midurên polîsan de, Dozgerê Komarê yê li dosyeyê dinêre, 5’emîn Hakimê Cezayê Sulhê ya Konyayê, 3’yemîn Hakimê Cezayê Sulhê ya Konyayê û wezîfedarên din ên cemaweriyê de ji sûcdariya “di encama xemsariya li hember kuştina bi qestî” û “wezîfeya xwe baş bi kar neanîne” lêpirsîn were destpêkirin.    'Tevdîr bihata girtin wê komkujî pêk nehata'   Di daxwaznameyê de hat destnîşankirin ku îtîraza li dijî êrişa di 12’ê gulanê de hatiye kirin li ber çavan nehatiye girtin û ji ber tiştek nehat kirin komkujî pêk hat. Di daxwaznameyê de hat gotin ji bo girtina êrişkaran serlêdan hatiye kirin, lê serlêdan li ber çavan nehatiye girtin û berdana Ayşe Keleş teblîxî wan nehatiye kirin û heman pirsgirêk di berdana Alî Çalik, Yahya Çalik û Velî Keleş de jî derketiye holê. Di daxwaznameya gilîkirinê de hat destnîşankirin ku heke polîsan û dozgeriyê daxwaza wan a tevdîran li ber çavan bigirta wê komkujî pêk nehata û ji ber tevdîr nehatiye girtin û di encama vê xemsariyê de komkujî pêk hatiye. Di daxwaznameyê de hat xwestin ku derbarê gumanbaran de doza cemaweriyê were vekirin.