Parêzerê malbata hat qetilkirin: Rayedarên dewletê parêzertiya kujeran dikin 2021-08-10 10:04:03   Oznur Deger    KONYA - Parêzerê malbata kurd a bi êrişa nîjadperest hat qetilkirin Abdurrahman Karabulut da zanîn Muduriyeta Emniyetê ya Konyayê piştî komkujî pêk hatiye xwestiye ew daxuyaniyê bide û bibêje "pevçûna cîranan e" û wiha got:"Rayedarên dewletê parêzertiya kujeran dikin. Tiştê dihat hedefkirin dihat xwestin kes bi bersûc nizanibe."   Polîtîkayên cudakariyê yên îktidarê û gotinên dike civakê ber bi kaosekê ve dikşîne. Bi vê yekê re bingeha nîjadperestiyê tê kûrkirin. Kurdên li Enqere, Afyon, Antalya, Konyayê dijîn an jî diçin wir ji bo xebatê bi êrişên nîjadperest rû bi rû dimînin. Yek ji mînakên van êrişana ya Merama Konyayê ye. Di 30'yê Tîrmehê de êrişa nîjadperest li malbata kurd hat kirin û 4 jê jin 7 kes ji malbatekê hatin qetilkirin. Qetilkirina malbatekê ya ji aliyê faşîst Mehmet Altun nîşan dide ku li vî welatî dijminatiyeke çawa li dijî kurdan tê meşandin.    Bersûc piştî 6 rojên qetilkirinê hat girtin û ji xizmên wî 10 kes hatin girtin.    Parêzerê malbata hat qetilkirin Abdurrahman Karabulut têkildarî dozê nirxandin kir.    'Rayedarên dewletê parêzertiya kujeran dikin'   Abdurrahman, diyar kir êriş bi saikên nîjadperest hatine kirin û Hakîm Dal bi heman saikê hatiye qetilkirin. Abdurrahman da zanîn ew vê yekê ji girtekên îfadeyê yên kesên hatine qetilkirin dizanin û wiha got:"Malbatê piştî êrişa di 12'ê Gulanê de li wan hat kirin diyar kir ev êrişeke nîjadperest e. Malbatê da zanîn kesên êrişî wan kirine gotine 'Em ulkucu ne em ê we ji vir bişînin'. Li ser vê yekê jî rayedar dibêjin ev ne êrişeke nîjadpest e. Ev daxuyaniya rayedaran ne rast e. Tu mafê kesî tune ye vî sûcî binpaç bike."   'Emniyetê got bibêje 'pevçûna cîranan e'   Abdurrahman da zanîn têkildarî komkujiyê tê xwestin feraseteke şaş bê belavkirin û wiha pê de çû:"Emniyetê ji min re got bibêje 'pevçûna cîranan e'. Xwest ez vê yekê li ser hesabê xwe yê medyayê yê twittirê bêjim. Min ev yek qebûl nekir. Wezareta Karê Hundur, walî, serdozgeriyê bi refleksa xwe xwestin rastiyê veşêrin. Lê belê berteka raya giştî ji vê ferasetê re bû asteng. Gel li di vê mijarê de li berxwe da. Gelek rêxistinên sîvîl ên civakî û bi sedan parêzer çûn serdana xizmên malbata hat qetilkirin. Agahî û belgeyên me pêşkeş kir ji feraseta rayedarên dewletê ya xwest rastiyê veşêre bû asteng. Berî ev komkujî bê kirin me xwest tedbîr bên girtin lê rayedaran tedbîr negirtin. Ger tedbîr bihata girtin dibe ev komkujî çêneba. Gelek kuştinên jinan jî bi vî rengî pêk tên. Tedbîr nayên girtin û piştre jin tên qetilkirin. Di zagona cezayê de ji bo sûcên nîjadperest fikrayek giran tune ye. Divê di vê mijarê de rêkûpêkirineke zagonî bê kirin. Her wiha nêzîkatiya ji dil a HDP'ê em dikarin bêjin herikîna vê bûyerê guhert. Partiyên din gotin ew ê piştre lêkolîneke berfirek bê meşandin lê ew di van gotinên xwe de ne ji dil bûn. Di qetilkirina Hakîm Dal de jî diyar dibe ku lêpirsîneke berfireh nayê kirin. 50-60 kesî êriş kir lê yek tenê hat girtin."   'Tiştê dihat hedefkirin dihat xwestin kes bi bersûc nizanibe'   Abdurrahman da zanîn tiştê dihat hedefkirin dihat xwestin kes bi bersûc nizanibe û wiha got:"Ev komkujiyeke bi plan bû. Kesên malbat qetil kir komeke watsapê vekiribûn. Ev axaftinên di vê komê de eşkere bibin ew ê rewşa lêpirsînê bikaribe biguherîne. Bersûcê komkujiyê ji bo ferdên malbata xwe biparêze îfade da. Hevjîna bersûc dibêje hevjînê min naxebite. Lê belê vî pereyî ji ku tîne? Gelek caran erebe kirê kiriye. Dema em lê dinêrin bersûc tenê tetîkkêş e. Çimkî ev bi organîzasyon hatiye kirin. Bersûc xwe amade dike û diçe mala malbatê. Têra xwe derbê wê berde dibe bîdonê benzînê dibe. Hemû delîl diyar dike bersûc ne bi tena serê xwe ye. Li gor dîmenekê A Haberê daye wekî ku muwekîlên min êrişî bersûc dike û bersûc jî xwe diparêze. Wekî henekê xwe bi hişê mirov bikin. Medyaya hawiz dibêje me dîmen wiha da tu jî wiha îfadeyê bide. Video ji me veşartin û dan medyaya hawiz. Ev karesat e. Her wiha me xwest piştî êrişa 12'ê Gulanê kê pere ji bersûc re razandiye bê lêkolînkirin. Yekî ku nexebite çawa çeka bi 16 derb dikare bikire û wesayetan kirê bike. Yê koma watsapê ava kiriye nayê girtin. Ji bo bê girtin me daxwaz kir. Her wiha ji bo îfadeya kesê şopa tiliyên wî li wesayeta bersûc hatiye dîtin me daxwaz kir. Em hêvî dikin dê ev êriş a dawî be. Divê ji bo van êrişana derfet neyê dayin. Em ê şopdarê vê dozê bin."