Parêzer Berfîn Polat: Ji zarok delîl nayê xwestin 2021-08-01 09:03:24     Şehrîban Aslan   AMED - Parêzera Komeleya Jinan a Rosayê Berfîn Polat, derbarê 4'emîn Pakêta Darazê ya ku şertê 'delîlê şênber' tîne de axivî û got: "Li vî welatî divê kesên ku ev pakêt derxistin xwe ji bêcezahiştina gûmanbaran û êrîşa zayendî û tundiya li hember jin û zarokan berpirsiyar bibînin. Xalên vê qanûnê bi xeter û kemîn in."   4'emîn Pakêta Darazê ku 27 xalên qanûnê di nav xwe de dihewînê di 9'ê Tîrmehê de di Lijneya Giştî a Meclisê re hat derbaskirin û qebûlkirin. Di pakêtê de ji bo "êrîşa zayendî, bi qestî kuştin û îşkenceyê" delîlê şênber tê xwestin. Ji roja ku ev pakêt di meclisê re hat darbskirin û şûnde bertekên jinan berdewam dikin.   Parêzera Komeleya Jinan a Rosayê Berfîn Polat, derbarê pakêta darazê de nirxandin kir diyar kir ku ew ê îtîraza xwe ya li hemberî vê pakêtê bidomînin.    'Divê mafê zarokan bê parstin'   Berfînê diyar kir ku di qanûna cezayêde ji bo ku mirov xwe bigihîne heqîqetê hemû tiştên ku li gorî rê û rêbazên qanûnê hatine bidestxisitn delîl tên hesibandin û wiha berdewam kir, "Di mijarên ku gûman hebe de lêgerîna dewlîlê şênber ji bo girtinê em rast nabînin û delîlê şênber jî li gorî rewşê diguher e. Li gorî me gotina zarok esas e  û têrê dike."   'Piştgiriyê didin gûmanbaran'   Berfînê bi bîr xist ku bi pakêta darazê re  Wezîrê Dadê gotiye, "Em ji bo reformên hiqûqê ku baweriyê bidin her kesî dixebatin" û got ku wan bi 4'emîn pakêta darazê re wan tu serrastkirinên edlî û mirovî yên ji bo parastina mafên mirovan nedîtine û berdewam kir, "Ji bo ispatkarina êrîşa zayendî a li hemberî zarokan xwestina delîlê şênber binpêkirina mafên zaroka ye û mexdûrkirina wan e. Di vê qanûnê de tu sererastkirina ku mafên zarokan diparêze tune ye.  Ji ber ku ev sûc jixwe veşartî û li cihên girtî tên kirin û gûmanbar tu delîlan li pişt xwe nahêlin. Heta carna jî li ser gotina zarok jî bi bandor dibin û delîlên biyolojîk ên li ser bedena zarokan jî tune dikin.  Daxwazkirina delîl tê wateya bêcezahiştina gûmanbaran û piştgirîdayîna wan e."   'Sererastkriin li gorî ku binpêkirina mafan zêde bibe ye'   Berfînê anî ziman ku ew girtinên bi gûmana ku "hîtîmala sûc zêde ye" jî bes nabînin û berdewam kir, "Ger ku hûn bibêjin çima? Em ê bibêjin ku girtina gûmanbar têra diewlehiyêde mayîna mexdûr nake. Lê mihxabin wekî ku ev jî ne bes be ji bo ku binpêkirina mafan zêde bikin sererastkirin tên kirin. Dîsa 4 sûcên ku li gorî xala 82, 86 û 109'ê tên kirin hene. Ev jî 'Bi qestî kuştin, birîndarkirin, eziyet û kes ji azadiya wan bêparhiştin e'. Em li vê bi tabloya pîroz a malbatê ya îqtîdarê re rûbirû dimînin. Em dibêjin çima têgeha 'hevjîna berdayî' hweye û çima jin tên kaetegorîzekirin.  Divê di sererastkirinan de zarok û jin esas bên girtin û li gorî ku mafên wan bên parastin sererastkirin bên kirin."   'Hûn nikarin ji zarok delîl bixwazin'   Berfînê ji dosaya ku tevli bû mînak da û got, "Di daneşînekê de zarokê got hevjînê eta waê êrîşa zayendî lê kiriye. Zaroka ku li hembr dozger ev îfade da piştî ku eta wê hat got, 'min ev di Tv de dîtin û ji ber ku bandora neyînî li ser derûniya min kirine ez van bûyeran vedibêjim û îfadeya xwe guhert .Herbûyer taybet e û hûn radibin ji zarok delîl dixwazin. Dibe ku zarok nikaribe bê cihê edlî.  Tu kes nikare bibêje ku zarok di nava du roj an jî sê rojan de çima nehatiye îfadê.  Lê dixwazin vê jî bikin."   Berfîn herî dawî wiha got, "Li vî welatî ji ber bêcezahiştina gumanbaran, êrîşên zayend û tundiya li hemberî jinê ku zêde dibe divê kesên ku pakêt derxistin xwe berpirs bibînin. Ev pakêt  bi xalên cidî, xeter ku wekî kemîn in tijî ye."