Ji kesên êrîşa nijadperest kirin tenê kesek hat girtin 2021-07-24 14:24:56     ENQERE - Di doza qetilkirina Hekîm dal ê ku li gundê Çariklar ê Merama Konyayê di encama êrîşa nijadperestan de hat qetilkirin tenê kesek hat girtin.    Li gundê Çariklar ê Merama Konyayê, di 21'ê Tîrmehê de nijadperestan êrîşî malbateke ji Amedê hatibû kirin û Hekîm dal hatibû qetilkirin.  Di encama lêkolîna ku hat kirin de ji 30 zêdetir êrîşkar hatibûn binçavkirin. Kesên hatin binçavkirin piştî îfadeyên wan li muduriyeta polîsan hatin girtin gelek ji wan serbest hatibûn berdan û 9 kesên mayî ji bo ku îfadeya wan bê gritin sewkî Serdozgeriya Komarê ya Konyayê hatibûn kirin. Dozger xwest ku 4 gûmanbar bên girtin û 5 gûmanbar jî bên berdan. Lê 9 kesên ku derxistin 2'emîn Dadgeriya Sulh Cezayê tenê kesê bi navê mehmet ji sûcê "kuştinê" hat girtin û 8 kesên din bi şertê kontrola edlî serbest hatin berdan.     'Em nikarin xwe bigihînin dosyayê'   Ji parêzerên mexdûran ku derbarê bûyerê de axivîn  Abdurahman Karbulut, diyar kir ku bûyer êrîşeke nijadperest e lê dadgehê tenê kesek girt. Abdurahman diyar kir ku dosya ji wan tê veşaritin  û got, " Li gel ku li ser dosyayê biryar veşartinê tune ye jî em nikarin xwe bigihînin dosyayê. 7 kes li muwekîlê min ê ku li erdê ye bi pîhîn û daran didin û kesê li paş jî bi çekê berdidiyê dikuje. Lê tenê kesê ku bi çekê berdidiyê tê girtin û kesên din tên berdan. Em ê ji bo kesên hatin berdan bên girtin serlêdanê bikin."