Têkildarî 7 jinên gotin ‘Peymana Stenbolê dide jiyîn’ îdianame hat amadekirin 2021-07-16 09:06:01   Hîkmet Tunç   WAN - Derbarê 7 jinan de bi hinceta ku beriya ‘hevdîtina jinan’ ya li Wanê bi dirûşma ‘Peymana Stenbolê dide jiyîn’ pêk hat, li ser çapemeniya banga tevlîbûnê kirine îdianame hat amadekirin.   Peymana Stenbolê di 20’ê Adarê de bi biryarnameya serokomariyê hatibû fehskirin û di 1’ê Tîrmehê de jî bi giştî ji meriyetê hat rakirin. Ev du sal bû peyman hem di rojeva desthilatdarî hem jî di rojeva jinan de bû. Tevî ku Tirkiye yekem îmzekara peymanê bû jî bêyî hincetê nîşan bide ji peymanê vekişiya û li ser vê jinan li her qadê bertekên xwe anîn ziman. Jin bi dirûşmên ‘Em ji Peymana Stenbolê venakişin’, ‘Peymana Stenbolê dide jiyîn’ di 1’ê Tîrmehê de derketin qadan.  Desthilatdariyê ku piştî betalkirina peymanê jî polîtîkayên dijminatiya jinê meşand, li jinên ku îtîrazî betalkirina peymanê kirin jî cezayên pere û lêpirsîn dan destpêkirin.  Ji jinan re îdianame hat amadekirin Endamên Tevgera Jinên Azad (TJA) û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Wanê,  ji bo meşa   ku dixwestin di 10’ê Nîsanê de pêk bînin vîdeoyek li ser çapemeniya civakî parve kirin. Ji ber vê di 22’yê Nîsanê de îfadeya 7 jinan hat girtin û der barê wan de îdianame hat amadekirin. Di nav de endama HDP’î ya Meclîsa Şaredariya Tuşbayê Ayşe Mînaz, hevşaredara Bêgiriyê ya qeyûm tayînê şûna wê bû Leyla Balkan û Ceyda Dîndar ya ji ber dosyakê niha li girtîgeha Tîpa T ya Wanê girtiye, bi giştî li 7 jinan bi îdiaya ‘muxalefetê meş xwepêşendan û civîn kirine’ wê derkevin pêşberî dadger.   ‘Em li dijî her cureyê şîdeta li hember jinan e’   Ayşeyê daxuyakirin ku di îfadeya xwe ya li emniyetê diyar kiriye ku banga wê ji bo hemû jinên bajar bûye û wiha got: “Em li dijî her cureyê şîdeta li hember jinê ne. Ev banga me jî vê vedibêje. Ev ne bangeke ku bûyerên civakî sor dike ye. Dema me ev  bang kir me mafê xwe yê di qanûna meş û xwepêşendanan de hatiye nasîn, bi kar anî.”   ‘Ez naxwazim ji aliyê mêrekî ve bêm qetilkirin’   Leylayê jî destnîşan kir ku di îfadeya xwe ya emniyetê de diyar kirin ku vîdeo li ser hesabê çapemeniya civakî parve kiriye û wiha pê de çû: “Wek jinên tên qetilkirin, ez naxwazim ji aliyê mêrekî ve bêm kuştin. Peymana Stenbolê jin diparast. Ez xwedî lê derdikevim û ji bo vê min bang kir. Mafê min ê herî xwezayî ye. Ez hemû jinan dawetî têkoşînê dikim.”   Jinên derkevin pêşberî dadger wiha ne: Rêvebera HDP’a Wanê Nurcan Kayar, Hevseroka HDP’a Rêya Armûşê Canan Uzunay, aktîvîsta TJA’yê Dîlan Yildiz, Endama meclîsa şaredariya Tuşbayê Ayşe Mînaz, hevşaredar Bêgiriyê ya qeyûm tayînê şûna wê bû Leyla Balkan, endama Komeleya Jinan a Star Rojbîn Bor, Ceyrda Dîndar ya li girtîgeha Tîpa T ya Wanê girtî ye. 7 jin wê di 11’ê Kanûnê de derkevin pêşberî dadger.