Doza Roboskiyê taloqî 4'ê Cotmehê hat kirin 2021-07-14 12:32:17     ŞIRNEX - Rûniştina 16 kesên bi hinceta beşdarî çalakiya bîranîna Komkujiya Roboskiyê bûne doz li wan hatibû vekirin hat taloqkirin.    Bi hinceta ku di bîranina Komkujiya Roboskiyê ya sala 2015’an de “propagandaya rêxistinê kirine” derbarê 16 xizmên kesên ku di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dabûn de doz hatibû vekirin. Rûniştina 5’emîn a dozê li 2’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Şirnexê hat lidarxistin. Parezerên malbatên Roboskiyê tevlî rûniştinê bûn. Ji ber kêmasiya ewraqan rûniştin taloqî 4'ê Cotmehê hat kirin.