Di doza destdirêjiyê ya GGM'ê de 15 sal ceza li tecawizkaran hat birîn 2021-07-08 16:02:38   WAN - Di danişîna doza destdirêjiya li Navenda Paşde Şandinê ya Kûrûbaşê de 15 sal ceza li bersûcên ku dest dirêjî penabera îranî Z.N. kiribûn hat birîn.    Daneşîna 4'emîn a destdirêjiya ku li Navenda Paşde Şandinê (GGM) ya Kûrûbaşê li penabera îranî Z.N hatibû kirin, li 1'emîn Dadgeha Cezaya Giran a Wanê hat dîtin. Bersûcên destdirêjiyê peywirdarên ewlehiyê yên navendê Î.H.K. û Y.V. ku bi SEGBÎS'ê tevlî danişînê bûn. Endamên Komîsyan Îltîca û Koçê û Komîsyona Mafên Jinan ên Baroya Wanê û parêzerên endamên Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) jî li danişînê amede bûn.    Parêzerên bersûcan di danişînê de li dijî mutalaaya dozger parastin kir. Piştî parêzeran her dû bersûcan jî mafê axaftinê girtin û daxwaza tehliyeyê kirin.    Piştî navberê heyeta dadgehê biryara xwe aşkera kir û cuda cuda li her du bersûcan 15 sal cezayê girtîgehê birî û biryara berdewakirina girtina wan da.