Doza 5 rojnamegerên li Wanê hat taloqkirin 2021-07-02 12:34:24   WAN - Daneşîna doza 5 rojnamegerên ku bi hinceta nûçeya 2 welatiyên li navçeya Şaxê ji helîkopterê hatin avêtin çêkirine hatibû vekirin hat dîtin.    Danişîna 2’yemîn a doza derbarê nûçegîhanên ajansa Ajansa Mezopotamyayê (MA) Adnan Bîlen, Cemîl Ûgûr û Zeynep Durgut, nûçegîhana Ajansa me Şehrîban Abî û rojnameger Nazan Sala ên piştî nûçeyên 2 welatiyên li Wanê ji helîkopterê hatin avêtin çêkiribûn hatibû vekirin, li 5’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Wanê hat dîtin.    Di danişînê de nûçegihanên MA'yê Adnan Bîlen, Cemîl Ûgûr û parêzerên wan amade bûn. Rojnemavên din mazereta xwe ragihandin û tevli danişînê nebûn.    'Em ê rastiyê vebêjin'   Di danişîna dozê ku şandeyeke derbasdar lê nêrî de ewilî rojnamevan Adnan Bîlen mafê axaftinê girt. Adnan bal kişand ser rewşa rojnamevanan a li Tirkiyeyê tenê di nava 5 rojan de ji 50’yî zêdetir rojnamevan hatine darizandin û da zanîn ku kesên rastiyê derdixin holê tên cezakirin û wiha berdewam kir: “Em jî ji bo rastî derkeve holê çi bedel hebe bidin.”   Rojnamevan Cemîl Ûgûr jî bi bîr xist ku bûyera avêtina welatiyan a ji helîkopterê derxistin holê û destnîşan kir ku nûçeya nivîsandin li gorî fikrên xwe ne nivîsandine. Ûgûr bi lêv kir ku nûçe bi beyanên şahidan derxistine holê û diyar kir ku ev mînaka rojnamevaniyê ye.    'Em bi nûçeyê ji bûyerê agahdar bûn'   Parêzer Erselan Aktan jî diyar kir ku dozger û şandeya dadgehê avêtina welatiyan a ji helîkopterê bi nûçeya hat çêkirin agahdar bûne.    Parêzer Ekîn Yeter jî anî ziman ku di çarçoveya dosyayê de tu sûc nehatine dîtin û bi lêv kir ku rojnamevanên mûxalîf di bin gefê de ne. Ekînê destnîşan kir ku bi dozê mafê agahdarkirina mirovan tê astengkirin û diyar kir ku nûçeyên di Ajansa Mezopotamya (MA) û Jinnewsê de tên weşandin weke sûc bê qebûlkirin ne hiqûqî ye. Yeter, xwest ku kemasiyên dosyayê bên temamkirin û bergiriyên şertê kontrola edlî yên ser muwekkîla wî Zeynep Dûrgût û rojnamevanên din were rakirin.    Daneşîn taloq kirin   Şandeya Dadgehê, şertê îmzeyê yê ji 3 rojan carekê a rojnamevan Zeynep Dûrgût daxist mehê carekê. Dadgehê xwest ku têkildarî lêpirsîna li Enqereyê ya derbarê Nazan Sala de tê birêvebirin agahî bên girtin û bi hinceta ku kêmasiyên dosyayê bên temamkirin danişîn taloqî 21’ê cotmehê kir.