Polîsên Gulîstan Dokû nabînin, malbata wê dorpêç kirin 2021-07-01 14:17:22   DÊRSIM - Aygul Doku berî rûniştina doza tazmînatê ya lê hatiye vekirin hat Edliyeya Dêrsimê û xwest daxuyaniya çapemeniyê bide. Aygulê li dijî astengkirina polîsan wiha got:"Karê we ew e ku hûn Gulistanê bibînin."   Li Dersîmê ji 5'ê çileya 2020'an ve agahî ji xwendekara Zanîngeha Mûnzûrê Gulistana Dokû nayê girtin. Tevî ku di ser windabûna Gulîstanê re 542 roj derbas bûne jî di lêpirsîna ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Dêrsimê ve hatibû destpêkirin de tu pêşveçûn çênebû. Dema ku lêpirsîna derbarê windabûna Gulîstanê de berdewam dikir, zirbavê gumanbarê sereke Zeynal Abarakov, Engîn Yucel mala xwe ji Dersîmê bar kir. Ji ber ku lêpirsîn temam nebûbû û li mala wan lêkolîna krîmînal nehatibû kirin, xwişka Gulistanê, Aygul Dokû bûbû asteng ku mal bê barkirin. Di 22'yê mijdara 2020'an de Engîn, bi hinceta ku Aygul Dokû xesar daye mala wî derbarê wê de doza tazmînatê vekir. Wê îro danişîna vê dozê li Edliyeya Dersimê bê bîtin.    'Keça xwe dixwazim'   Beriya danişînê duh Aygul Dokû bi ferdên malbata xwe re hat Dêrsimê û li ber Edliyeya Dersimê dest bi nobetê kir. Îro jî beriya danişînê ferdên malbata Dokû li ber Edliyeya Dersimê daxuyanî dan. Endamên Platforma Jinan a Dêrsimê jî tevlî daxuyaniyê bûn. Dayika Gulîstanê, Bedriye Dokû, di daxuyaniyê de axivî û diyar kir ku sal û nîveke li keça xwe digere û wiha got: "Ez dayikek im û dilê min dişewite. Ez ji dewletê tiştekî naxwazim tenê keça xwe dixwazim. Min keça xwe teslîmê dewletê kir û niha hîn hestiyên keça xwe ji dewletê dixwazim."   'Peywira xwe bi cih bînin'   Xwişka Gulîstanê,  Aygul Dokû jî da zanîn ku ji êvarê heta serê sibehê li ber edliyeyê nobet girtine û got ku dema nobet girtine polisan mudaxaleyî wan kiriye û wiha bangî polisan kir: "Dixwazim peywira we bi bîra we bixim. Peywira we ne dorpêçkirina min e ku du sal in li xwişka xwe digerim. Peywira we dîtina xwişka min a 21 salî û darizandina bersûcan e. Heke hûn dibêjin na em vê peywirê nakin, wan paldanka berdin û biçin. Bila yên ku peywira xwe bikin û xwişka min bibînin bên."   Li ser van gotinên Dokû polisan mudaxaleyî Dokû kir û jê re gotin, 'tu li ber edliyeyê nikarî biqirî' û axaftina wê birîn.    Endamên platformê negirtin hundur   Piştî daxuyaniyê ferdên malbatan ketin eywana danişînê ya 2'yemîn Dadgeha Cezaya Giran a Dersimê. Endamên Platforma Jinan a Dersimê û rojnamegeran jî xwest danişînê bişopînin lê bi hinceta sînordarkirina pandemiyê ew negirtin eywana danişînê. Endamên platformê bertek nîşanî rewşê dan û derbasî pêşiya edliyeyê bûn û sekna xwe didomîn.