Doza ‘rêziknameya înfazê’ ya Baroya Amedê hat redkirin 2021-06-25 14:20:54     AMED - Doza ku Baroya Amedê ji bo rawestandina rêvebirina hin xalên di “Rêziknameya Derbarê Înfaza Bergiriyên Ewlehiyê û Ceza” de li Şûraya Dewletê vekiribû hat redkirin.    Baroya Amedê li dijî “Rêziknameya Derbarê Înfaza Bergiriyên Ewlehiyê û Ceza û Rêveberina Saziyên Înfaz û Ceza” serî li Şûraya Dewletê da. Baroyê xwestibû ku rêvebirina hin xalên di rêziknameyê de cih digirin ên weke qeydkirin, sînorkirin û şopandina hevdîtina parêzer û muwekîl, destdanîna ser belge û notên parêzer û lêgerîna tazî sererast dike bê rawestandin û betalkirin. Daîreya 10’emîn a Şûraya Dewletê bi îdiaya şertên rawestandina rêvebirinê çênebûne, serlêdana Baroya Amedê red kir.