'Delîlên me ragihandin hîn nehatine komkirin' 2021-06-24 12:06:40     Melike Aydin   ÎZMÎR - Parêzer Aryen Turan diyar kir ku wan têkildarî komkirina delîlan a dosyaya ji kujerê Denîzê re hat vekirin daxwazname dane lê belê 38 maddeyên di daxwaznameyê de cih girtine nehatine bicihanîn û got:"Em difikirin ku divê delîlên têkildarî bûyerê, îhmala peywirdarên cemaweriyê, êrişên li ser medyaya civakî, nîşandayina wekî hedefê ya siyasetmedaran û lînca hatiye kirin hemû bên nirxandin. Em ê vana bigirin ber çavan û dosyayê bişopînin."    Di 17'ê Hezîranê de faşîst Onur Gencer êrişî avahiya Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Îzmîrê kiribû û xebatkara partiyê Deniz Poyraz qetil kiribû. Di bin çavan de hîn 24 saetê Onur Gencer neqediyabû ew şandin girtîgehê. Derbarê dosyayê de biryara nepeniyê hat dayin. Ji bo şopandina dosyayê ekîbek ji Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD), Komeleya Hiqûqnasên Nûjen (ÇHD) û Şaxa Komeleya Mafê Mirovan  (ÎHD) a Îzmîrê ya ji 30 kesî pêk tê, hat avakirin. Parêzer Aryen Turan a endama Navenda Giştî ya OHD'ê êrişa li ser HDP'ê û pêvajoya lêpirsînê nirxand.    'Divê bi awayekî hûrgulî lêkolîn bihata kirin'   Aryenê da zanîn ku dema ew hîn bûne komkujî çêbûye ew çûne ber HDP'ê ya ji aliyê polîsan ve hatibû dorpêçkirin lê piştî hewildaneke mezin ew ketine hundur, piştî lêkolîna li cihê bûyerê ew derbasî Saziya Tipa Edlî bûne û piştî karê otopsiyê ew ji Saziya Tipa Edlî veqetiyane û wiha got:"Me roja ewil û duyem daxwaznameyên xwe amade kirin, delîlên me xwestibûn bên komkirin me amade kirin. Îfade û girtina êrişkar rojekê dewam kir. Vê lezgîniyê me şaş kir. Di wê navberê de divê bi awayekî hûrgulî lêkolîn bihata kirin û ji bersûc pirs bihatana kirin. Derbarê komkirina delîlan de gumanên me hebûn loma me jî daxwaznameya xwe amade kir û me xwest delîl bên komkirin. Dawiyê em hîn bûn biryara nepeniyê hatiye dayin. Lê em dîsa jî şopandina dosyayê didomînin."    'Helwesta polîsan bi guman e'   Aryenê bal kişand ser helwesta polîsan a bi guman û wiha domand:"Ev êrişa ne êrişa mirovekî munferit an jî derûniya wî xirab bûbe ye. Em difikirin ku divê delîlên têkildarî bûyerê, îhmala peywirdarên cemaweriyê, êrişên li ser medyaya civakî, nîşandayina wekî hedefê ya siyasetmedaran û lînca hatiye kirin hemû bên nirxandin. Em ê vana bigirin ber çavan û dosyayê bişopînin. Qeydên qamerayê hene lê belê em hîn bûn format kirine. Me ev jî di daxwaznameya xwe de nivîsand. Me got bila hemû qeydên li avahiyan ên qamerayan bên komkirin. Li hember HDP'ê konê polîsan hatiye avakirin polîs dibîne ku kî diçe hundur û derdikeve. Ev jî cihê gumanê ye. Dema dengê çekê tê polîs nakevin hundur. Kujer demeke dirêj li hundur dîmen. Loma helwesta polîsan bi guman e."    'Delîlên me ragihandin hîn nehatine komkirin'   Aryenê da zanîn delîlên wan ragihandine hîn nehatine komkirin û wiha pê de çû:"Hîn tu pêşketin têkildarî dosyayê de tune ye. Delîlên me ragihandin hîn nehatine komkirin. Ji ber biryara nepeniyê têkildarî dosyayê de hatiye dayin em her dem nikarin xebarê di vê derbarê de bigirin. Ne tenê yê êrişkar em dixwazin qeydên  HTS'ê yên mirovên derdorê jî bên girtin. Me xwest qeydên banqeyê û yên hemû tiştî bên komkirin. Ev kes ji bo kîja peywirê çûye Minbicê? Bi rastî jî wekî peywirdarê tenduristiyê çûye yan ev tenê li ser qaxizê ye? Derbarê otelên çûye, erebeya lê siwar bûye de me jî xwest lêkolîn bên kirin."   'Gotinên Devlet Bahçelî sûcê nefretê ye'   Aryenê di heman demê de bal kişand ser gotinên Serokê Giştî yê MHP'ê Devlet Bahçelî yên qetilkirina Deniz Poyraz rewa dikin û wiha got:"Ev zimanekî pir tirsnak e. Ev wekî hinceta komkujiyên dikarin pêk bên e. Ev dibe sûcê nefretê û teşwîqkirina gel a kîn û dijminatiyê. Ev cara yekem nayê kirin. Her li dijî HDP'ê êriş hene. Bi vê yekê pêşî li komkujiyan vedibe. Em ê têkildarî êrişên li ser HDP'ê û hedefnîşandayinan xebatê bikin û bixin dosyayê. Dosyaya têkildarî kujer wekî rêxistina teror hatiye vekirin lê belê girêdanek hîn eşkere nekirine. Loma divê bi awayekî berfireh lêkolîn bê kirin. "