Cezayê şertê kontrola edlî ê hevşaredaran hat rakirin 2021-06-22 16:33:34     MÊRDÎN - Cezayê berdana bi Şertê kontrola edlî yê Hevşaredara Qoserê Nîlufer Elîk Yilmaz û Hevşaredara Stewrê Gulîstan Oncu hat rakirin.    5’emîn danişîna doza Hevşaredara Qoserê Nîlufer Elîk Yilmaz û Hevşaredara Stewrê Gulistan Oncu yên piştî ku ji aliyê Wezareta Karên Hûndir ve qeyûm tayînî şûna wan hatibû kirin û hatibûn girtin li 2’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Mêrdînê hat dîtin. Hevşaredarên ku negirtî tên darizandin ji ber pirsgirêkên xwe yên tenduristiyê beşdarî danişînê nebûn. Danişîna ku parêzer lê amade bûn bi tespîta nasnameyan dest pê kir.    Parêzerên ku di danişînê de daxwazên xwe anîn ziman, diyar kirin ku îfadeya “şahidê nepen” a derbarê Elîk û Oncu de û hêmanên ku weke delîl xistine dosyayê hemû vala hatine derxistin û xwestin ku demildest biryara beraetê ji bo hevşaredaran were dayîn. Dozger xwest ku derbarê hevşaredaran de bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” ceza were dayîn. Şandeya dadgehê hin daxwazên parêzeran qebûl kir û biryar da ku cezayê şertê kontrola edlî yê derbarê hevşaredaran de were rakirin.    Dadgehê danişîn taloqî 4’ê mijdarê kir.