Doza Ozgur Gundemê hat dîtin 2021-06-22 13:43:02   STENBOL - Rûniştina doza Ozgur Gundemê ya têkildarî  rojnamevan-nivîskar Huseyîn Aykol û rojnamevan Reyhan Çapan hatibû vekirin, hat dîtin.   Hevgerînendeyê Weşana Giştî yê Rojnameya Ozgur Gundemê Huseyîn Aykol û Midura Karên Nivîsan Reyhan Çapan û nivîskar Hasan Başak û Kemal Aykût bi hêceta nûçeya “Qesr har û dîn bû” ya di 18’ê îlona 2015’an de hatibû weşandin çêkirine bi îdiaya “Heqaret li serokkomar kirine” û “propaganda rêxistinê kirine” tên darizandin. Rûniştina dozê li 13’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Çaglayana Stenbolê hat dîtin. Rojnamevan beşdarî danişînê nebûn û parêzerê wan Ozcan Kiliç amade bû. Şandeya dadgehê biryara girtina derbarê Hasan Başak û Kemal Yakût de dubare kir û rûniştin taloqî 3’yê mijdarê kir.