Doza Qirkirina Siyasî ya Kobanê di roja 3'yemîn de didome 2021-06-16 12:25:31     ENQERE - 3'yemîn rûniştina doza qirkirina siyasî ya Kobanê didome. Rûniştina 3'yemîn di roja 3'yemîn de bi parastina siyasetmedarên girtî tên darizandin dest pê kir.    Rûniştina 3’yemîn a doza qirkirina siyasî ya Kobanê ku 24 jê girtî 108 siyasetmedarên ji siyaseta kurd jê tên darizandin di roja sêyemîn de li 22’yemîn Dadgeha Cezayê Girana Enqereyê ya li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê berdewam dike. Gelek parlamenter û rêveberên HDP’ê dozê dişopînin.    Hevserokên Giştî yên HDP’ê yên berê Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş, Hevşaredara Amedê ya berê Gultan Kişanak, Endama Desteya Rêveberiya Navendê (MYK) a HDP’ê ya berê Meryem Adibellî ji girtîgehên lê dimînin bi rêya Pergala Deng û Dîmen (SEGBÎS) beşdarî danişînê bûn. Hevseroka Giştî ya DBP’ê ya berê Emîne Ayna û Parlamentera HDP’ê ya berê Gulser Yildirim mazereta xwe ragihandin û beşdarî rûniştinê nebûn.   Endamê Şandeya Îmraliyê û Parlamenterê HDP’ê yê berê Sirri Sureyya Onder, siyasetmedar Ahmet Turk, Endama MYK’a HDP’ê ya berê Gulfer Akkaya û siyasetmedar Altan Tan ên ne girtî tên darizandin jî mazeret ragihandin û beşdarî rûniştinê nebûn.    Li eywana rûniştinê 17 siyasetmedar amade ne   Parlamentera HDP’ê ya berê û aktîvîsta TJA’yê Ayla Akat Ata, Hevseroka Giştî ya DBP’ê ya berê Sebahat Tuncel, Berdevkê HDP’ê yê berê Gunay Kubilay, parlementerên HDP’ê yên berê Emîne Beyza Ustun, Îbrahîm Bînîcî, Endamê RTUK’ê yê HDP’ê Alî Urkut, Endamê Komîsyona Têkiliyên Derve yê HDP’ê Nazmî Gur, Endamê MYK’a HDP’ê yê niha Alp Altinors, Hesabgirê HDP’ê yê berê Zekî Çelîk, endamên MYK’a HDP’ê yên berê Pervîn Oduncu, Ayşe Yagci, Bîrcan Yorûlmaz, Bulent Parmaksiz, Îsmaîl Şengul, Dîlek Yagli, Zeyneb Olbecî û Sîbel Akdenîz jî li eywana danişînê amade ne.    Polîsan mudaxaleyî nîjadperestan nekirin   Kêliya ku rûniştinê dest pê kir, grûpek nijadperest ku ala Tirkiyeyê di destê wan de bû, hatin ber korîdorên ku eywanên danişînê lê ne li dijî HDP’ê dirûşm berz kirin. Polîsan mudaxileyî grûpê nekir û dengê dirûşmên wan hatin eywana rûniştinê.    Endamên MYK’a HDP’ê yên berê Berfîn Ozgu Kose, Cîhan Erdal û Can Memîş ku duh hatin berdan ji Stenbolê bi rêya SEGBÎS’ê beşdarî danişînê bûn û Hevşaredar Qersê Ayhan Bîlgen ê qeyûm danîn şûna wî li eywanarûniştinê amade bû.    Piştî tespîta nasnameyê rûniştinê dest pê kir. Endama MYK’a HDP’ê ya berê Bîrcan Yorûlmaz parastina xwe kir û anî ziman ku ew ê bi vegotina heqîqetê parastina xwe bike û wê ev parastin wê hêzdar bike û 25 sal in bi siyasetê re mijûl e û cara yekem e tê darizandin. Bîrcan got wê di çarçoveya rêgezên gerdûnî de aştî xwestiye û mafê mirovan parastiye û ew di vê çarçoveyê de bi siyasetê re mijûl bûye.    'Divê ev twît ji îdianameyê bê derxistin'   Bîrcan destnîşan kir ku sûcdariyên ku dozger dike û nasnameya xwe naçin ber hev û got: “Bi vê îdianameyê HDP tê darizandin. Heke Twît tên darizandin, ji bo vê yekê biryara DMME’yê heye. Divê ev twît ji îdianameyê bê derxistin. Lê hûn HDP’ê didarizînin. Dozger dixwaze çawa nîşan bide bila bide, lê rastî naguhere. Wê ev sûcdarî îradeya 6 milyon mirov û HDP ku di meclîsê de partiya sêyemîn e neguherîne. Her çiqas ji bo îllegalîzekirina HDP’ê sûc werin afirandin jî lê HDP tu demê banga tundiyê nekiriye.”    Rûniştin bi parastinan berdewam dike.