Rûniştina Rojnameger Ayşe Kara hat taloqkirin 2021-06-15 12:38:38     AMED - Rûniştina Rojnameger Ayşe Kara ya ji ber şopandina nûçeyan, meş, meşandina faliyetên KCD'ê, endamtiya OGC'ê doz lê hatibû vekirin ji bo amadekirina mutalayê ya têkildarî esasê taloqî meha mijdarê hat kirin.    Rûniştina yekem a Rojnameger Ayşe Kara ya ji ber şopandina nûçeyan, meş, meşandina faliyetên Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), endamtiya Cemiyeta Rojnamegerên Azad (OGC) û Kongreya Jinên Azad (KJA)  doz bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" lê hatibû vekirin hat dîtin. Ayşe û parêzerê xwe beşdarî rûniştina li 5'emîn Dadgeha Cezayê Giran hat dîtin bûn.   Dadgehê qerta çapemeniyê xwest   Rûniştin bi tespîta nasnemeyê dest pê kir û bi xwendina sûcdariyên di îdianemeyê de dewam kir. Ayşeyê bi rêya tercuman parastina xwe bi kurdî kir.    Berata xwe xwest   Ayşeyê da zanîn ew rojnameger e û ne endama KCD'ê ye. Ayşeyê bi lêv kir ku ew ji bo şopandina nûçeyan çûye avahiya KCD'ê û got tu eleqeya wê bi agahî û belgeyên li wir tune ye. Heyeta dadgehê sewala qerta Ayşeyê ya çapemeniyê heye yan tune ye kir. Ayşeyê li ser vê yekê da zanîn ew rojnemegereke serbest e û meşa Partiya Demokratîk û Aştiyê (BDP) ya 2016'an a li Mêrdînê wekî rojnamegerekê şopandiye û wê sûcên li wê hat kirin red kir.    'Eşkere ye ku faliyetên rojnamegeriyê dimeşîne'   Piştre Parêzer Resûl Temûr mafê axaftinê girt û wiha got:"Me fotokopiya qerta çapemeniyê ya muwekîla xwe pêşkeşî dadgehê kir. Me berê jî nûçeyên muwekîla min çêkiribûn pêşkeşî dosyayê kirin. Dema em li van nûçeyan dinêrin em dibînin eşkere ye ku muwekîla min faliyetên rojnamegeriyê dimeşîne. Hebûna navê muwekîla min a di belge û agahiyên KCD'ê de rê nade ku muwekîla min "endama rêxistinê" ye. Ji ber qedexeya derketina derve heye muwekîla min nikare biçe gel malbata xwe ya li Herêma Federe ya Kurdistanê ya Iraqê."   Dadgehê qedexeya derveyî welat ranekir   Meqama iddiayê di mutalayê de biryara berdewamiya şerdê kontrola edlî da û qedexeya derveyî welat ranekir. Parêzer Resûl Temûr daxwaz kir ku qedexeya derveyî welat bê rakirin.    Doz hat taloqkirin   Heyeta Dadgehê ya biryara navberê eşkere kir ji bo amadekirina mutalayê ya têkildarî esasê biryar da dosya ji bo makama iddiayê bê şandin. Dadgehê rûniştin taloqî 9'ê Mijdarê kir.