‘Tecrîd cureyekî îşkenceyê ye, divê demildest dawî lê bê anîn’ 2021-06-15 09:01:30     Oznur Deger   ENQERE - Rêxistinên hiqûqî der barê grevên birçîbûnê yên bi armanca ku tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bê rakirin hat destpêkirin û di roja 201’ê de didome de bang kir û got: “Ev polîtîkaya tecrîdê, destpêka polîtîkaya ku civakê bi polîtîka tecrîdê bi rê ve dibe ye. Divê demildest tecrîd bi dawî bibe.”   Greva birçîbûnê ya ji aliyê girtiyan ve bi armanca rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û ji binpêkirinên mafan bên rakirin, di 27’ê Mijdarê de  hat destpêkirin di roja 201’ê de ye. Desthilatdariya ku daxwazên girtiyan nabînin, binpêkirinên mafan ên li girtîgehan jî zêde dike.  Endama Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) parêzer Arzu Kurt, Endama Komîsyona Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) Nuray Çevîrmen û endama Komeleya Hiqûqnasên Hevdem (ÇHD) parêzer Ayşegul Çagatay der barê çalakiya grevê de nirxandin kirin û diyar kirin ku divê demildest daxwazên wan bên cih û tecrîd bê rakirin.   'Tecrîd binpêkirina maf e'   Endama Komîsyona Girtîgehan a ÎHD’ê Nuray Çevîrmen da zanîn ku li girtîgehan binpêkirina maf tê jiyîn û ev her diçe giran dibe. Nurayê wiha berdewam kir: “Tecrîd, binpêkirina maf a sereke ye. Girtî bi armanca rakirina tecrîdê ketine grevê. Di demên dawî de binpêkirin zêde bûne. Rewşa girtiyên nexweş giran dibe, sewqa ji bo nexweşxaneyê nayê kirin, ji ber pandemiyê girtî ji gelek derfetan bêpar tên hiştin û gelek binpêkirinên din tên jiyîn. Tecrîd pirsgirêkek girîng e. Tevî hemû hewldanan desthilatdarî pêngavek erênî navêje. Em jî daxwaz dikin ku tecrîd bi dawî bibe, hevdîtin pêk bên, hemû binpêkirinên li girtîgehan bi dawî bibe.”   ‘Zextên li ser gel bandorê li girtîgehan dike’   Parêzera ÇHD’î Ayşegul Çatatay jî destnîşan kir ku tiştên li girtîgehan pêk tên polîtîkaya taybet a desthilatdariyê ye û wiha dirêjî dayê: “Ev bandora zextên li derve li ser gel tê kirinê ne. Astengkirina sohbet, hevdîtin, cezayên hucreyê û nedayîna weşanan roj bi roj zêde dibin. Tecrîda li ser girtiyan bûye wek polîtîkaya tunekirinê. Heta em li derve tiştekî nekin wê girtî bi bedenên xwe têkoşîna xwe bidomînin. Grevên birçîbûnê yên hîn bêtir dirêj çêbûn. Me muwekîlên xwe winda kirin. Niha grev didomin. Grev bêdem û dorveger e. Mirov dibêjin qet zirar nade tenduristiyê? Lê ne wisa ye. Di esasê de zirarek mezin texrîbateke mezin li ser dike. Divê demildest daxwazên girtiyan pêk bên, tecrîd rabe. Tecrîd cureyek îşkenceyê ye. Divê demildest dawî lê bê anîn.”   ‘Polîtîkayek taybet pêk tê’   Parêzera OHD’î Arzu Kurt jî  bi lêv kir ku daxwaza girtiyan ev e ku tecrîda li Îmraliyê bê şikandin û binpêkirinên mafan ên li girtîgehan bi dawî bibin û ev tişt bi lêv kir: “Ev daxwaz di peymanên navneteweyî û qanûnên heyî de mafên herî sereke ne. Lê mafên herî sereke tên astengkirin. Bi guherîna qanûna înfazê re girtiyên siyasî ji derveyî wê hatin girtin. Di pêvajoya pandemiyê de tevî îtîrazên me, tu gav nehatin avêtin. Ev tenê jî nîşan dide ku li hember girtiyên siyasî polîtîkayek taybet tê meşandin. Divê tecrîda Îmraliyê bê kişandin û dawî li binpêkirinên mafan ên li hember girtiyan bê dayîn. Rêvebirina civakê ya bi tecrîdê, destpêka polîtîkaya wan e.”