Îstinafê cezayê 22 sal û 3 meh ê li Leyla Guven hatibû birîn erê kir 2021-06-11 12:18:36     AMED - Dadgeha Îstinafê cezayê  22 sal û 3 meh ê li Hevseroka KCD'ê Leyla Guven hatibû birîn erê kir.   Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Colemêrgê Leyla Guven bi hinceta cezayê wê yê girtîgehê heye, wekîltiya wê hatibû xistin. 22 sal û 3 meh cezayê girtîgehê yê li Leyla hatibû birin, ji aliyê Dadgeha Edlî ya Herêmê Amedê ve hat erêkirin.   9’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê, bi îdîaya “endamtiya rêxistinê” 14 sal û 3 meh cezayê girtîgehê û bi îdîaya “Kirina propagandaya rêxistinê” jî, du caran 4 sal bi giştî 22 sal û 3 meh ceza li Leylayê birîbû.   Parêzerên Leylayê ji ber ku biryara dadgeha herêmî ne di cih de dîtin, serî li Dadgeha Edlî ya herêmê dabûn. Lê ev serlêdana parêzeran hat redkirin.   Serlêdan hat redkirin   2’yemîn Daîraya Ceza ya Dadgeha Edlî ya Herêma  Amedê, serlêdana ji bo berdana Leylayê û betalkirina biryara dadgeha herêmî nirxand û serlêdan ji binî ve red kir. Dadgehê bi hinceta gumana ku Leylayê bireve heye, bergiriyên kontrola edlî wê kêm bimînin û ji ber sûcê ku jê tê tawanbarkirin girtina wê bi pîvan e, berdana Leylayê red kir.      Dikare îtiraz bê kirin   Parêzerên Leylayê li dijî biryara girtina Leylayê ya Dadgeha Îstînafê, dikarî serî li 3’yemîn Dadgeha Edlî ya Herêma Amedê bidin û rêya îtîrazê jî ji bo Darazê vekirî hatiye hiştin.