AYM'ê hinceta redkirina doza ‘Jêrzemînên Cizirê’ weşand 2021-06-11 12:08:45     ENQERE - AYM'ê hinceta redkirina serlêdana têkildarî kesên di dema qedexeya derketina derve de li jêrzemînên Cizîrê jiyana xwe ji dest dabûn di Rojnameya Fermî de weşand.    Di 14’ê Kanûna 2015’an de li navçeya Cizîra Şirnexê qedexeya derketina derve hatibû ragihandin û 79 rojan berdewam kiribû. Têkildarî kesên dema qedexeya derketina derve di “jêrzemîna sêyemîn” de jiyana xwe ji dest dabûn li Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) doz hatibû vekirin û pişt re hatibû redkirin. Hinceta redkirina doza li AYM’ê hatibû vekirin di Rojnameya Fermî de hat weşandin.    AYM’ê ji biryara redkirinê re “Belgeyên kêm di dema xwe de nehatin temamkirin” weke hincet nîşan da. AYM’ê, serlêdana têkildarî mirinên di jêrzemîna sêyemîn ku di nava civakê de weke “jêrzemînên wehşetê” tên zanîn ên di dema qedexeya derketina kolanan a li Taxa Cûdî ya Cizîrê de çêbûn, di 21’ê nîsanê de red kiribû.    Dosyaya ku parêzeriya wê Hevserokê Giştî yê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Ozturk Turkdogan dike Ahmet Tûnç, Arjîn Edîn, Berîvan Edîn, Guler Yerbasan, Kemal Koç, Mehmet Akyol, Mehmet Sîraç Ozgul, Muhammed Alî Edîn, Nermiya Îverendî, Recep Demîr, Sahîp Baran Edîn, Saît Bîlgîç, Selîm Ozkûl, Suleyman Edîn, Suleyman Tûrgût û Zekiye Edîn weke serlêdar cih digirtin.    Serlêdana têkildarî 19 jê zarok 34 kesên di encama balafirên şer di 28’ê Kanûna 2011’an de li Gundê Roboskê yê navçeya Qilebana Şirnexê jiyana xwe ji dest dabûn jî bi heman hincetê hatibûn redkirin.