Bi fermana dozger îdîanameya HDP’ê nedan parêzeran 2021-06-10 12:00:43     ENQERE - Parêzerên ku îdîanameya derbarê girtina HDP’ê de hatiye amadekirin xwestin bi bersiva "Ji serdozgeriyê ferman heye, dê tu agahî û belge neyên dayîn" rû bi rû man.    Serdozgeriya Komarê ya Dadgeha Bilind Bekîr Şahîn, îdîanameyek nû derbarê girtina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP)  de amade kir û di 7’ê Hezîranê de ji Dadgeha Destûra Bilind (AYM) re şand. Parêzerên endamên Komîsyona Hiqûqî ya HDP’ê, ji bo ku mînakek îdîanameyê ji bo wan bê dayîn, serî li Serdozgeriya Komarê ya Dadgeha Bilind dan. Serdozgeriyê, diyar kir ku ew ê têkildarî vê daxwazê li parêzeran vegerin.    Bi fermana dozger îdîanameya HDP’ê nedan parêzeran   Parêzerên HDP’ê, ji ber ku serdozgerî li wan venegeriya, îro li serdozgeriyê geriyan û pirsa aqûbeta daxwaza xwe kirin. Rayedarên serdozgeriyê ev bersiv dan parêzeran:"Ji serdozgeriyê ferman heye, dê tu agahî û belge neyên dayîn."