Daneşîna Doza ku Meral Daniş Beştaş jê dihat darizandin hat dîtin 2021-05-20 14:45:47     AMED - Meral Daniş Beştaş a ku ji ber parlamenteriya wê hat xwestin darizandina wê bê rawestandin daneşîna doza wê hat dîtin.    Daneşîna Doza Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Meral Daniş Beştaş ku jê bi îdaya, "Gel li civînên dijqanûnî û xwepêşandanan sor kiriye" û "kes bi rêya tahrîkê teşwîkî sûc kirine" dihat darizandin li 8'emîn Dadgeha Cezayê Giran hat dîtin. Meral tevli daneşînê nebû lê parêzerê wê Mehdî Ozdemîr li daneşînê amade bû.    Parêzerê Meralê Mehdî Ozdemîr, bi bîr xist ku destnedana muwekîla wî hatiye rakirin di 28'ê Çileya 2016'an de hatiye binçavkirin, di 23'yê Hezîrana 2018'an de careke din parlamenter hatiye hilbijartin, ji ber ku muwekîla wê careke din parlmenter hatiye bijartin li gorî xala Qanûna bingehîn careke din mafê destnedayînê bi dest xistiye û xwest ku darizandin bê rastandin.    Daneşîn hat taloqkirin   Piştî daxwaza parêzer dadgehê xest ku ji Serdozgeriya Komarê ya Amedê derbarê ku Meral kengî wekî gûmanbar hatiye dîtin de û ji kîjan lêpirsîn tê kirin bê hînbûn, kengî ji aliyê meclisê ve parlamenter haatiye qebûkkirin de û dema ku parlamenteriya wê dewmakiriye ji dadgehê re bê ragihandin û daneşîn taloqî 21'ê Mijdarê kir.