Doza Kobanê dest pê kir: Serokê heyetê dereng hat rûniştinê 2021-05-18 12:40:02   ENQERE - Rûniştina 2'emîn a Doza Kobanê hevserokên HDP'ê yên giştî jî di nav de cih digirin û 108 kes jê tên darizandin îro li Kampusa Girtîgeha Sîncanê hat destpêkirin. Daneşîna ku dê bi sedan parêzer lê parastinê bikin, siyasetmedar, rojnameger û nûnerên YE'yê bişopînin.    2'emîn rûniştina doza  Kobanê ku Hevserokên Gişti yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yên berê Fîgen Yuksekdag  û Selahattin Demirtaş jî di navde 28 kes girtî bi giştî 108 kes jê tên darizandin,  îro li Kampusa Girtigeha Sîncanê ku 22'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê bi rê ve dibe, dest pê kir. Parlamenterên HDP'ê, rêveberên HDP'ê, rêxistinên jinan, serokên baroyan, nûnerên diplomatîk ên endamên Yekîtiya Ewropayê û gelek parêzer beşdarî rûniştinê bûn.    Serokê heyetê dereng hat rûniştinê   Ji bo temaşevan, malbat û muşterikan du eywanên cuda hatin amadekirin. Serokê heyetê dereng hat rûniştinê. Bi hatina serokê heyetê rûniştin bi tespîta nasnameyê dest pê kir. Gelek siyasetmedarên girtî bi rêya SEGBÎS'ê beşdarî rûniştinê bûn.    Sebahat Tuncel, Sibel Akdeniz, Berfin Ozgukose, Bircan Yorulmaz, Ayla Akat Ata, Ayşe Bagcı, Pervin Baltali yên li Girtîgeha Jinê ya Sîncanê girtî ne li eywana rûniştinê amade bûn.Aysel Tugluk a li Girtîgeha Kandirayê tê girtin ji ber pirsgirêkên tenduristiyê û Gulten Akkaya ya emeliyat bûbû beşdarî rûniştinê nebûn.    Piştre parêzeran mafên axaftinê girtin û daxwaz kir ku rojnameger û şêwirmendên parlamenteran jî bikevin eywanê.    Rûniştin bi xwendina ewraqan didome.