Bi hinceta qerta çapemeniyê tune ye rojnameger nekirin eywanê 2021-05-18 11:11:46     EQERE - Daneşîna 2'emîn a Doza Kobanê hevserokên HDP'ê yên giştî jî di nav de cih digirin û 108 kes jê tên darizandin îro li Kampusa Girtîgeha Sîncanê tê dîtin. Beriya ku daneşîn dest pê bike rojnamegerên ku xwestin bikevin eywana daneşînê bi hinceta ku qerta wan a çapemeniyê ya zer tune ye ne nekirin eywanê.     2'emîn danişîna doza  Kobanê ku Hevserokên Gişti yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yên berê Fîgen Yuksekdag  û Selahattin Demirtaş jî di navde 28 kes girtî bi giştî 108 kes jê tên darizandin, dê îro li Kampusa Girtigeha Sîncanê ku 22'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê bi rêve dibe, bê dîtin.    Li gel ku hatibû diayarkirin wê doz saet di 09.30 de dest pê bike, bi hinceta li eywana daneşînê "lêgerîna bombeyê" tê kirin ketina eywanê ya kesan hat biderengîxistin. Piştî lêgerîna ku hat kirin polîs ji rojnamegeran qerta çapemeniyê ya zer xwest. Li gel ku rojnamegeran qerta xwe ya çapemeniyê jî nîşan dan polîsan got ku ne wekî rojnameger wekî temaşevan hûn dikarin bikevin eywanê.