Ji Komeleya Jinan a Rosayê ji bo Peymana Stenbolê daxwazname 2021-05-18 10:35:17     AMED - Komeleya Jinan a Rosayê, ji bo ku fesihkirina Peymana Stenbolê bê îptalkriin li Dadgeha Bilind doz vekir.     Peymana Stenbolê ku jinan ji kuştin û tundiyê diparêze di meha adarê de bi biryarnameya Serokkomarê AKP’yî Tayyîp Erdogan hatibû fesihkirin. Nerazîbûn û xwepêşandanên jinan ên li dijî fesihkirina peymanê berdewam dikin.    Komeleya Jinan a Rosa ji bo betalkirina fesihkirina Peymana Stenbolê serî li Dadgeha Bilind da û doz vekir. Komeleyê daxwazname da Dadgeha Bilind û di daxwaznameyê de destnîşan kir ku fesihkirina peymanê li dijî dewleta hiqûqê ye û ji bo mafê mirovî yên jinan were parastin ew dixwazin biryar were fesihkirin. Komeleyê di daxwaznameya xwe de diyar kir ku biryara fesihkirinê li dijî Destûra Bingehîn e û xwest birêvebirina biryarê were sekinandin.