Daneşîna 2'emîn a Doza Kobanê îro tê dîtin 2021-05-18 09:26:01     ENQERE - Daneşîna 2'emîn a Doza Kobanê hevserokên HDP'ê yên giştî jî di nav de cih digirin û 108 kes jê tên darizandin îro li Kampusa Girtîgeha Sîncanê tê dîtin. Daneşîna ku dê bi sedan parêzer lê parastinê bikin, siyasetmedar, rojnameger û nûnerên YE'yê bişopînin.    2'emîn danişîna doza  Kobanê ku Hevserokên Gişti yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yên berê Fîgen Yuksekdag  û Selahattin Demirtaş jî di navde 28 kes girtî bi giştî 108 kes jê tên darizandin, dê îro li Kampusa Girtigeha Sîncanê ku 22'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê bi rêve dibe, bê dîtin.    Daneşîn 2 caran hat taloqkirin   Piştî ku îdanameya dozê ji aliyê Dadgeha 22'emîn a Cezayê Giran a Enqereyê ve hat qebûlkirin, di 26'ê Nîsanê de daneşîna yekemîn a dozê li Kampusa Girtîgeha Sîncanê hatibû dîtin. Di daneşîna yekem ku bi sedan parêzeran xwestin parastinê bikin, heyetên biyanî, siyasetmedar û rojnamegeran ji nêz ve şopandin, heyeta dadgehê daxwaza parêzeran a redkirina dadger qebûl nekir, doz di serî de taloqî 3'yê Gulanê kir û piştre jî bi hinceta ewlehiya ji bo pandemiyê hatiye girtin doza taloqî 18'ê Gulanê kiribû.    Bi sedan kes wê li daneşînê amade bin   Di daneşîna 2'emîn ku wê îro bê dîtin de jî dîsa bi sedan parêzer wê parastinê bikin, siyasetmedar, rojnamger û gelek heyetên biyanî jî li bendê ye ku daneşînê bişopînin.   Di serî de ji Baroyên Amed, Mêrdîn, Riha, Wan û Muşê, wê ji gelek bajaran jî serokên baroyan  û nûnerên wan li daneşînê cih bigirin.     Herwiha wê ji ber avahiya giştî ya HDP'ê û ji ber Edliya Enqreyê jî ji bo ku tevli daneşînê bibin wê wesyitên ku biçin Kampusa Gîrtîgeha Sîncanê bên rakirin.    Ji 108 kesan navê 28 kesên ku ji dozê tên darizandin wiha ne: Hevserokên Berê yên HDP'ê Fîgen Yuksekdag, Selahattîn Demîrtaş, Hevseroka Berê ya DBP'ê Sebahat Tuncel, Hevşaredara Amedê ku li şûna wê qeyûm hat tayînkirin Gultan Kişanak, Hevşaredarê Qersê Ayhan Bîlgen,  Hevseroka DBP'ê ya Berê Emîne Ayna, parlamenterên berê Ayla Akat Ata, Aysel Tugluk, Beyza Ustun, Îbrahîm Bînîcî, Berdevkê HDP'ê yê berê Gunay Kubîlay, Endamê Lijneya Rêveberiya Navnedî (MYK) ya serdema nû ya HDP'ê Alp Altinors,  Endamê Komîsyona Têkiliyên Derve ya HDP2ê Nazmî Gur, Endamê Lijneya Bilind ya Radyo Televîzyonê ya HDP'ê Alî Urkut, Hesêbgirê berê yê HDP'ê  Zekî Çelîk,  Endamên Lijneya Rêveberiya Navendî yên ber ên HDP'ê Bulent Barmaksiz, Can Memîş, Cîhan Erdal, Îsmaîl Şengul, Mesut Bagcik,  Bîrcan Yorulmaz, Dîlek Yagli, Pervîn Oduncu, Berfîn Ozgu Kose, Ayşe Yagci, Zeynep Olbecî, Nezîr Çakan û Meryem Adibellî.