Doza 24 kesên tên darizandin hat taloqkirin 2021-05-04 14:33:47     ÊLIH - Nûçegîhana Jiyanhaberê Sedef Ozdemîr jî di nav de doza ku bi hinceta şopandina çalakiya xizmên girtiyan li 24 kesan hatibû vekirin, bi hinceta vîrûsa koronayê hat taloqkirin.   Xizmên girtiyan, ji bo balkişandina ser rewşa çalakiya greva birçîbûnê, di 23’yê nîsana 2019’an de xwestibûn li ber derê Girtîgeha Tîpa M a Êlihê daxuyanî bidin çapemeniyê. Polisan mudaxaleyî çalakiyê kiribûn û nûçegîhana Jiyanhaberê Sedef Ozdemîr jî di nav de 24 kesan binçav kiribûn. Piştre bi hinceta şopandina çalakiya xizmên girtiyan li her bîst û çar kesan jî doz hatibû vekirin. Dihat payîn ku 3’yemîn danişîna vê dozê li 1’emîn Dadgeha Cezaya Esliyeyê ya Êlihê bê dîtin lê danişîn bi hinceta koronayê taloqî dîrokeke pêş bû.  Hat hînbûn parêzerên wan derbarê taloqkirinê de nehatine agahdarkirin.