Daneşîna doza 5 rojnamegeran hat taloqkirin 2021-04-27 13:55:51     MÊRDÎN - Doza 5 rojnamegerên ku dema çalekiya şermezarkirina qayuman dişopandin û hatibun binçavkirin hate dîtin.   Nuçegihana me Jinnewsê Rojda Aydin, nuçegihan Nûrcan Yalçin, Helîme Parlak, nuçegihanên Ajanas Mezopotamyê (MA) Ahmet Kanbal û Mehmet Şah Oruç dema ku çalekiya şermezarkirina qayûman dişopandin hatibun binçavkirin. Îro yekemîn daneşîna doza rojnamegeran li  1'emîn Dadgeha CezayêAslî ya Mêrdînê hate dîtin.   Parêzeran di serî de ji dadgehê xwestin ku rojnameger neyên darizandin. Lê serdozger bi hênceta "Nasnameyên wan yên çapemeniyê ne derbazdarin ango bêyî ku li ser wan nasnameya çapemeiyê hebe nûçe şopandine" daxwaza parêzeran erê nekir.   Doz piştî îfadeya rojnamegeran hat girtin û parastina parêzeran taloqî 13'ê Cotmehê hat kirin.