Doza Kobanê: Parêzer ji salona danişînê derketin 2021-04-26 12:11:51     ENQERE - Bi hinceta di salona danişîna Doza Kobanê de cih tuneye, parêzer negirtin hûndir, lê li cihê parêzeran polîs dan rûniştandin. Parêzerên li dijî wê yekê bertek nîşandan û bi çepikan salon terk kirin.    Yekemîn danişîna Doza Kobanê ya derbarê 28 jê girtî 108 kesan de hatibû vekirin, li 22’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqerê ya li Kampusa Girtîgeha Sîncanê dest pê kir.      Ji bo şopandina danişînê rojnameger, parlamenter, parêzer û şandeyên navneteweyî girtin hûndirê salonê. Xizmên girtiyan ji bo danişînê kirin salonek din. Berî danişînê hem di hûndir de, hem jî li derve de, ewlekariya zêde hatiye girtin. Piştî hejmareke kes a girtina salonê, ketinên salonê hatin rawestandin.   Bi hinceta ku di salonê de cih tuneye, nêzî 100 parêzerên mafên mirovan negirtin hûndirê salonê. Lê cihên ku diviya bû parêzer lê rûnin, polîsên hêzên taybet dan rûniştandin. Parêzer jî li derveyê salonê hatin rawestandin. Parêzerên HDP’ê xwestin ku hemû parêzeran bigirin hûndirê salonê. Lê serokê dadgehê ev daxwaza parêzeran red kir. Piştî redkirinê parêzer bi çepikan serokê dadgehê protesto kirin û derketin derveyî salonê.    Siyasetmedarên girtî Bulent Parmaksiz, Alp Altinors, Gunay Kubîlay, Nezîr Çakan, Mesût Bagçik, Zekî Çelîk, Ayşe Yagci, Bîrcan Yorûlmaz, Dîlek Yagli, Emîne Ayna, Emîne Beyza Ustun, Pervîn Odûncû, Sîbel Akdenîz, Ayla Akat Ata ku navê hat xwendin dengê xwe dernexistin. Li ser SEGBÎS’ê jî siyasetmedarên girtî deng dernexistin û bersiv nedan serokê dadgehê.    Siyasetmedarên girtî li ser SEGBÎS’ê bi çepikan çalakiyê şermezarkirinê li dar dixin.    Parêzeran jî bi çepikan heyeta dadgehê şermezar kirin û li meseyan dan.    Nîqaşa di navbera heyeta dadgehê û parêzeran de didome.    Parêzerên Wezareta Tenduristiyê, rayedarên Wezareta Karên Hundir, parêzerên Yasîn Boru, parêzerên  AKP û Hur Dava’yê û parêzerên Miduriyeta Giştî ya Polisan jî li danişînê amade bûn.     Hevserokên Giştî yên HDP’ê yên berê Selahattîn Demîrtaş ji Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê û Fîgen Yuksekdag ji Girtîgeha Jimara 1 a Kandirayê, Alî Urkut, Cîhan Erdal, Nazmî Gur û Ayhan Bîlgen ji Girtîgeha Jimar 2 a Sîncanê û Emîne Ayna jî ji Girtîgeha Jinan a Sîncanê bi SEGBÎS’ê beşdarî danişînê bibin.   Di heman  demê de Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk ê qeyûm tayînî cihê wî hatibû kirin, dê bi SEGBÎS’ê ji 3’yemin Dadgeha Cezayê Giran a Mêrdînê beşdarî danişînê bibe. Endamê Şandeya Îmraliyê Sirri Sureyya Onder jî wê ji 33’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê bi SEGBÎS’ê tevlî danişînê bibe.