Rûniştina Rojnameger Dûrket Suren hat taloqkirin 2021-04-26 10:59:56   AMED - Rûniştina Rojnameger Dûrket Suren ji bo kêmasî bên temamkirin taloqî 20'ê Îlonê hat kirin.    Bi îdiaya parvekirinên twittirê, firotina hejmarên qedexe yên  Azadiya Welat û Ozgur Gundemê bi sûcê "Alîkariya bi zaneyî ya ji bo rêxistinê","Propagandaya rêxistinê" li 11'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê doz li Rojnameger Dûrket Suren hatibû vekirin. 6'emîn rûniştina doza Dûrketê hat dîtin. Dûrketê beşdarî rûniştinê nebû. Parêzerê Dûrketê Pîrozhan Karali li rûniştinê amade bû.    Di raporê de hat diyarkirin rapora lêkolîna dîjîtalê hîn nehatiye û hat gotin ew ê li hêviya encama raporê bê sekinandin.    Pîrozhan Karali daxwaz kir ku kêmasiyên dosyeyê bên temamkirin.    Dadgehê biryar da ku ew ê li hêviya rapora lêkolîna dîjîtalê bin û rûniştin taloqî 20'ê Îlonê hat kirin.