Rûniştina doza Ozgur Gundemê hat taloqkirin 2021-04-22 12:23:42     STENBOL - Dadgehê xwest dosyeya kesên derbarê wan de biryara girtinê heye û ji doza 17 jê rojnamevan ku 22 kes di serdegirtina avahiya Rojnameya Ozgur Gundemê de hatibûn binçavkirin û jê tên darizandin, were cihêkirin.    Rojnameya Ozgur Gundemê bi Biryarnameya di Hukmê Qanûnê de (KHK) di sala 2016’an de hatibû girtin. Di 16’ê tebaxa 2016’an de polîsan bi ser avahiya Ozgur Gundemê de girtibû û 17 jê rojnamevan ku 22 kes hatibûn binçavkirin tên darizandin. Ev 22 kes ji sûcên “heqaret li polîsan kirine” û “ji wezîfeya polîsan re bûne asteng” tên darizandin. Rûniştina 9’emîn a dozê li 5’emîn Dadgeha Cezayê Asliye ya Çaglayana Stenbolê hat lidarxistin. Rojnamevanên tên darizandin beşdarî danişînê nebûn û parêzerên wan amade bûn.    Parêzer Ozcan Kiliç diyar kir ku tu kirariyek di dosyeyê de were kirin nemaye û xwest biryar were eşkerekirin.    Şandeya dadgehê biryar da ku dosyeya kesên derbarê wan de biryara girtinê heye were cihêkirin û ji bo dozger mutalaya xwe derbarê dosyeyê de amade bike danişînê taloqî 17’ê tîrmehê kir.