‘Komele legal e lê faliyet îlegal tên nîşandan 2021-04-19 09:02:37   Şehrîban Aslan   AMED - Serdozgeriya Komarê ya Amedê faliyetên ku endama Lijneya Rêveberiya Komeleya Jinan a Rosa parêzer Elîf Tîrenç Îpek Ulaş, meşandiye sûc hesiband û bi daxwaza heta 12 sal ceza îdianame amade kir. Elîfê got: “Dema mirov li îdianame û darizandinan dinêrin, komele legale lê faliyet îlegal tên nîşandan.   Di lêpirsîna ku Serdozgeriya Komarê ya Amedê li hember Komeleya Jinan a Rosa dabû destpêkirin de di 2020’an meha gulanê de gelek jin hatibûn binçavkirin û girtin. Yên hatin girtin bi ‘endamtiya rêxistinê’ hatin darizandin û piranî jî ceza lê hatin birîn û tahliyekirin.   Elîf Tîrenç Îpek Ulaş ku yek damezrînera komeleyê ye û parêzera wê ye, yek ji kesên ku lêpirsîn lê hatiye vekirinê ye. Serdozgeriyê derbarê Elîfê de bi hinceta ‘endamtiya rêxistinê’ îdianame amade kir. Wek endamên din yên komeleyê, îdianameya Elîfê jî bibire, kopî bike, pêve bike ye.   Faliyet sûc hatin hesibandin   Şahidê veşarî yê bi navê ‘ZS35SN58UV52PG10" ku derbarê Elîfê de îfade daye, îdia dike Elîf di rêxistina jinê de cih digire û di komeleyên jinan de faliyetan dimeşîne.   Elîfê di îfadeya ku derbarê îdiayên derbarê wê de hatine kirin de, wiha gotibû: “Raste ez damezrîner û rêvebera aktîf a Komeleya Rosa me. Ez îdiayên ku faliyetên rêxistinî yê ji bo vê komeleyê qebûl nakim. Armanca vê komeleyê ev e ku şîdeta li ser jinan asteng bike. Ez îfadeya şahidê veşarî qebûl nakim. Sûcê li hember min tê gotin qebûl nakim.”   Ji 5 salan heta 12 salan ceza   Dozger derbarê Elîfê de, di encama delîl û guhdarkirina şahidan de, di çarçoveya faliyetên Komeleyê de bi îdiaya ‘endamtiya rêxistinê’ ji 5 salan heta 12 salan, daxwaza ceza kir.   Îdianame ji aliyê 8’emîn Dadgeha Cezaya Giran a Amedê ve hat qebûlkirin û yekemîn runiştin di 3’yê hezîranê de wê bê dîtin.   Dozger: Komele bi tena serê xwe esasa sûc e   Elîf derbarê îdianameyê de axivî û got ew damzerînera Komeleyê ye û aktîf di rêveberiyê de ye û got: “Dema me komele ava kir me rêzikname da wezareta karê hundir. Komeleya me hîna di zemîna kanûnî de faliyetan dimeşîne. Sala borî li ser îfadeya şahidê veşarî derbarê min de lêpirsîn hat vekirin. Faliyetên me vegotiye. Piştre ez çûm min îfade da û parêzerên min li dosya min mêze kirin. Tu esasekî sûc tune ye. Parêzer ji dozger dipirsin, dozger dibêje ‘Ez Komeleya Rosa bi tena serê xwe esasa sûc dibînim û ev ji bo min têr dike.’ Dozger vê bersivê dide.”   ‘Tenê îfadeya şahid nikare esas bê girtin’   Elîfê destnîşan kir ku ew dipan ku derbarê dosyayê de biryara neşopandinê bê dayîn lê der barê wê de îdianame hatiye amade kirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Yekane delîl îfadeya şahide. Komele legale lê faliyet îlegal in. Em tu kes ji ber faliyet û çalakiyan nayên darizandin. Ji ber ku em di bin bana komeleyê de ne tên darizandin.Yanî ji bo lêpirsînekê ji bo wan îfadeya şahid têr dike. Lê dadgeh nikare tenê îfadeya şahid esas bigire û divê delîlên ku piştgiriyê bidin vê hebin.”   ‘Dixwazin komeleyê îlegalîze bikin’   Elîfê di dawiya axaftina xwe de daxuyakirin ku ji sala borî de li Amedê bi dehan jin hatin girtin û wiha pê de çû: “Piranîn jin tevî ku ne endamên komeleyê bûn jî wek endamên komeleyê hatin darizandin. Prosedurek komeleyê heye. Di pergala me de endamên me diyarin. Lê her jinek endam tê nîşandan. Bi van jî hewl didin ku komeleyê îlegalîze bikin.”