Derbarê Hulya Alokmen de biryara girtinê hat dayin 2021-04-14 13:21:43     AMED - Di rûniştina biryarê ya doza Hevseroka HDP'ê ya Amedê Hulya Alokmen jê dihat darizandin de 10 sal û 6 meh ceza hat birîn û derbarê Hulyayê de biryara girtinê hat dayin.    Ji ber xebatên wê yên sendîkayî yên sala 2012'an ku Hevseroka Şaxa Sendîkaya Kedkarên Xizmeta Civakî û Tenduristiyê (SES) ya Amedê dikir û delegebûna wê ya Kongreya Civaka Demokratîk (DTK), beriya niha doz li Hevseroka Rêxistina HDP'ê ya Amedê Hulya Alokmen Ûyanik hatibû vekirin. Danişîna doza Hulya li 9’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin. Di danişîna ku Hulya tevlî nebûyî de parêzerê wê Şeyhmûs Bayhan amade bû.    Dozger, mutaalaya xwe ya di danişîna beriya niha de pêşkeşî dadgehê kiri bû, dubare kir. Parêzerê Hulya, Bayhan derbarê esasê de parastin kir û diyar kir ku delîlên di dosyayê de ji bo sûcdariya ‘endamtiya rêxistinê’ nabin delîl. Şeyhmûs, anî ziman ku çalakiyên ku kirine mijara sûc hemû di çarçoveya xebatên sendîkayî de ne û daxwaza beraeta muwekîla xwe kir.    Şandeya dadgehê ji “endamtiya rêxistinê” li Hulyayê 10 sal û 6 meh cezayê girtîgehê birî û derbarê Hulyayê de biryara girtinê da.