Doza sereke ya KCK'ê ya Amedê hat taloqkirin 2021-04-13 13:49:18   AMED - 3'yemîn rûniştina tevî parlamenterên HDP'ê Pero Dundar û Tayyip Temel  a 36 kesî yên ji doza sereke ya KCK'ê dihatin darizandin hat dîtin.    Ji doza Sereke ya KCK'ê 154 siyasetmedar dihatin darizandin. Dadgeha Bilind, di elehê 36 siyasetmedarên kurd ku di nav de parlamenterên HDP'ê Pero Dundar û Tayip Temel jî hene doz xera kiribû. Dadgehê cezayê 118 siyasetmedaran jî erê kiribû. Danişîna doza 36 siyasetmedarên kurd ku wekilên HDP'ê Tayîp Temel û Pero Dundar jî di nav de hene li 2'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê pêk hat. Di rûniştina dozê de parlamenterên HDP'ê Pero û Tayyip ne amade bûn. Siyasetmedar Veysi Akar, Alî Oruç, Fethî Suvarî bi SEGBÎS'ê beşdarî danişînê bûn. Piştî parêzeran parastin kirin, heyeta dadgehê nirxandin kir û doz taloqî 21'ê îlonê kir.