Ji bo Roboskiyê cara duyem serî li AYM'ê hat dayin 2021-04-09 15:49:55     ENQERE - Têkildarî Komkujiya Roboskiyê cara duyem serî li Dadgeha Qanûna Bingehîn hat dayîn. Parêzer Kerem Altinparmak got gihaştina agahiyên di hundirê dosyayê de tên astengkirin.    Derbarê 34 kesên di encama bombebarana balafirên şer ên Hêzên Çekdarên Tirk (TSK) de li gundê Roboskiyê jiyana xwe ji dest dan de, ji nû ve serî li Dadgeha Qanûna Bingehîn hat dayîn. Endamê Lijneya Rêveberiya Navendî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ferhat Encu yê di komkujiyê de birayê xwe û gelek xizmên xwe winda kirin û parêzerê malbatan Kerem Altinparmak piştî serlêdanê li ber AYM’ê daxuyanî dan çapemeniyê.   Ferhat, di axaftina kir de bal kişan ser komkujiyê û wiha axivî: “Ev 10 sal in, ji bo ku bersûc bên darizandin, em di nava lêgerîna edaletê de ne. Balafirên şer ên Tirkiyeyê mirovên sivîl ên li ser xeta sînorê Roboskiyê debara xwe dikirin, bombebaran kirin. Ji wê rojê û vir ve malbatên Roboskiyê, parazvanên mafên mirovan, siyasetmedar û rêxistinên civakî dixwazin ku bersûc li hemberî hiqûqê hesab bidin. Lê bi tu awayî berpirsiyar nehatin darizandin. Em daxwaza edaletê dikin. Doza li malbatên Roboskiyan vekirin, binçav kirin û girtin. Dosyeyên derbarê kesên 34 mirov qetil kirin de hatibûn vekirin, bi hinceta demboriyê hatin girtin. Dayikên ku zarokên xwe winda kirin îro tên darizandin.”   'Bi hincetên pir erzan ev dosye red kir'   Ferhat, di dawiya axaftina xwe de wiha got:"Me ewil dosye bir serdozgeriya Qilabanê. Bi biryara bêrayetî û bêpeywiriyê, dûre me bir dozgeriya Rayedarê Taybet ê Amedê. Piştre jî bi biryara bêrayetiyê me bir dozgeriya eskerî. Dûre bi biryara neşopandinê me ev doz  bir AYM’ê. Dadgeha Qanûna Bilind bi hincetên pir erzan ev dosye red kir. Dûre me bir DMME’yê wan jî dosyeya me red kirin. Em îro ji nû ve serî li AYM’ê didin. Em dibînin, mekanîzmeyên darazê li vî welatî, nayin bicihanîn. Bersûcên 34 welatiyên hatin qetilkirin hene. Wê rojekê teqez bersûc û kujer hesab bidin."   Ev doz a her kesî ye   Dûre parêzerê malbatên Roboskiyê Kerem Altiparmak axivî. Kerem, diyar kir ku daxuyaniyên li ber AYM’ê rûtîn bûne û wiha got: "Ev doz ne tenê doza malbatên Roboskiyê, doza hemû kesên baweriya xwe bi mafên mirovan tînin e. Divê bersûc û berpirsiyar bên lêkolînkirin. Ji bo vê me ji nû de serlêdan kir. Em ji AYM’ê daxwaz dikin ku vê serlêdana me qebûl bike."