Doza rojnamegeran bi parastina parêzeran didome 2021-04-02 13:53:43     WAN - Parêzerên di doza 4 rojnamegerên piştî çêkirina nûçeya du welatiyên ji helîkopterê hatin girtin, parastin kirin diyar kirin ku ji 3 yek rojnamegerên di girtîgehan de ne li Tirkiyeyê ne û beraata muwekîlên xwe xwestin.    Danişîna ewil a doza nûçegihana me Şehrîban Abî û yên Ajansa me Mezopotamyayê (MA) Adnan Bîlen, Cemîl Ûgûr ên girtî û Zeynep Dûrgût a negirtî û rojnamevan Nazan Sala ya girtî bi hêceta avêtina 2 welatiyan a ji helîkoptêrê kiribûn nûçe bi îdiaya “endamên rêxistinê ne” tên darizandin didome. Danişîn li 5’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Wanê tê lidarxistin. Rojnamevan bi rêya SEGBÎS’ê beşdarî danişînê bûn û parastina xwe dikin. Gelek parêzer û nûnerên rêxistinên rojnamevanan dozê dişopînin. Danişîn bi parastina parêzeran berdewam dike.   Ji parêzerên dozê Ekîn Yeter daxwaz kir ku di danişînê de du şahid werin guhdarkirin. Serokê Dadgehê bi van gotinan daxwaz red kir: “Çi hewceyî pê heye, hûn pir bi kelecan in.”    Pişt re parêzerê rojnamevan Adnan Bîlen Mûrat Tîmûr parastin kir. Mûrat diyar kir ku dozger bi nêrîna xwe îdianame amade kiriye. Mûrat da zanîn ku îdianame “belgeyek polîtîk e” û got: “Hatiye gotin ‘çima nûçeyên spor û magazînê nîn in’. Ez bawer im li ser nirxandinên xwe li benda belgefîlma pengunê ye. Lê belê li Wanê penguen nîne. Li benda nûçeya pisîka Wanê ye?”    Mûrat ji ber kartê zer ê çapemeniyê yê miwekîlên wan nîn in wek nerojnamevan hatine nîşandan jî rexne kir û karta zer a çapemeniyê ji bo rojnamevaniyê ne tiştek neçarî ye. Mûrat got duh şûreya dewletê derbarê rêziknameya karta zer a çapemeniyê de bi hêceta gelek hikum kêfî ne biryara sekinandina birêvebirinê da. Mûrat got di raya giştî de jî ev dosye wek doza rojnamevaniyê tê zanîn û xwestin rojnamevan werin berdan û beraetkirin.     Piştî Mûrat, Hevdîrektorê Komeleya Xebatên Medya û Hiqûqê (MLSA) parêzer Veysel Ok parastina rojnamevanan kir û destnîşan kir ku rojnamevan ji ber nûçeyên derbarê îşkenceyê de çêkirine tên darizandin û got: “Rojnamevan li Wanê wê çi bike? Li Wanê her tim binpêkirina mafan heye. Rojnamevan jî dê wê bike nûçe.”    Parêzera rojnamevan Nazan Sala, Ekîn Yeter jî destnîşan kir ku miwekîlên wan ji bilî rojnamevaniyê tu tiştek nekirine û ji bo sûcdariyek din tu delîl jî nikarin werin nîşandan. Ekîn anî ziman ku nûçeya çêkirina îşkenceya li welatiyan hatiye kirin îqtidarê aciz kiriye û got: “Rast e wê aciz bibin. Çimkî halê welat li holê ye. Lê belê kontrol û şopandina geşedanan kar û wezîfeya rojnamevan e. Tenê dosye hatiye tijekirin û çi dîtine lê bar kirine.”   Parêzerê Nazan yê din Veysî Altay jî diyar kir ku li gorî raporên saziyên navnetewî li dinyayê ji 3’yan 1’ê wê rojnamevan li Tirkiyê girtî ne û xwest miwekîlên wan werin berdan.    Şandeya dadgehê navber da danişînê û piştî navberê wê danişînê bi parastina parêzeran berdewam bike.