Rûniştina doza Kobanê dest pê kir 2021-04-02 12:06:50     ENQERE - Dest bi lêkolîna girtina Hevserokên Giştî yên HDP’ê yên berê Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş jî di nav de, 28 siyasetmedarên di çarçoveya Doza Kobanê de hatibûn girtin, hat kirin.   Di encama êrişa DAIŞ’ê ya li dijî Kobanê de, li tevahiya welat di 6 û 8’ê Cotmeha 2014’an de bûyer û çalakiyên şermezarkirinê rû dabûn. Di çarçoveya çalakiyên şermezarkirinê de, derbarê Hevserokên Giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yên berê Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş jî di nav de 108 siyasetmedaran de doz hatibû vekirin. Yekemîn danişîna doza 108 kesan wê di 26’ê Nîdanê de bê dîtin.   Berî danişîna li 22’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqerê bê dîtin, di çarçoveya danişîna di navberê hat dîtin de, dest bi lêkolîna girtina 28 siyasetmedarên girtî hat kirin.   Siyasetmedarên girtî, li girtîgehên lê dimînin bi SEGBÎS’ê û gelek parêzer beşdarî danişîna navberê bûn. Piştî danasîna nasnameyê, dest bi danişînê hat kirin.   Navê siyasetmedarên dest bi lêkolîna girtina wan hat kirin wiha ne:    Hevserokên Giştî yên HDP’ê yên berê Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş, Hevşaredarê Qersê Ayhan Bîlgen ê qeyûm tayînî cihê wî hat kirin, Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ya berê Emîne Ayna, parlamenterên berê Ayla Akat Ata, Beyza Ustun, Îbrahîm Bînîcî, Berdevkê HDP’ê yê berê Gunay Kubîlay, endamê Desteya Rêveberiya Navendî ya HDP’ê Alp Altinors, endamê Komîsyona Karên Derve ya HDP’ê Nazmî Gur, endamê RTUK’ê yê HDP’ê Alî Urkut, Hesapgirê HDP’ê yê berê Zekî Çelîk, endamên MYK’a HDP’ê yên berê Bulent Barmaksiz, Can Memîş, Cîhan Erdal, Îsmaîl Şengul, Mesût Bagcik, Bîrcan Yorulmaz, Dîlek Yagli, Pervin Oduncu, Berfin Ozgu Kuse, Ayşe Yagci, Zeynep Olbeci, Parlamenterê HDP’ê yê berê Aysel Tugluk, Hevseroka Giştî ya DBP’ê ya berê Sebahat Tuncel, Hevşaredara Amedê ya berê Gultan Kişanak , endamê MYK’a HDP’ê yê berê Nezir Çakan û Meryem Adibellî.   Di îdianameya ji 3 hezar û 530 rûpelan pêk tê, ya ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Enqerê ve hatiye amade kirin de, bi îdiaya “yekgirtin û hevgirtina welat û dewletê xirab kirin” û “37 caran zilam kuştin” derbarê 108 kesan de, cezayê muebeta giran û bi sedan sal cezayê girtîgehê tê xwestin.