Ayşe Gokkan dadgeha destûr neda parastina bi kurdî şermezar kir 2021-03-31 13:24:58     AMED - Berdevka Demê ya TJA'yê Ayşe Gokan, j heyeta dadgehê ya ku destûr nedayê bi kurdî parastina xwe bike şermezar kir û parastin nekir.    20'emîn Daneşîna doa  Berdevka Demê ya Tevgera Jinên Azad (TJA) Ayşe Gokkan ku bi îdaya "revira rêxistinê" û "endamtiya rêxistinê" hatibû vekirin li 9'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin. Ayşe ji girtîgeha lê bi rêya Sîtema Deng û Dîmen (SEGBÎS) tevli daneşînê bû, parêzerên wê Berfîn Gokkan û Muharrem Şahîn jî li daneşînê amade bûn. Herwiha parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên Amedê Remziye Tosun, Dersîm Dag, Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz, aktîvîstîn TJA'yê û rêxistinên HDP'ê yên gelek bajar û navçeyan û malbata Ayşeyê jî xwestin daneşînê bişoînin lê pandemî kirin hincet û tenê hejmareke kes girtin eywana daneşînê.    Destûr nedan ku parastina bi kurdî bike   Ayşe ya ku ji bo parastinê mafê axaftinê jê re hat dayîn, diyar kir ku ew dixwaze bi kurdî parastina xwe bike. Li ser vê dadgehê jî got ku tenê di daneşîn ewil û ya dawî de hûn dikarin bi kurdî parastinê bikin û ew destur nadin parstinê. Ayşe helwesta dadgehê şermezar kir û got ku ew ê parastinê neke.    Daxwaz hatin redkirin   Parêzer Muharem şahîn jî mafê axaftinê girt û diyar kir ku muwekîla wî pirsgirêkên wê yên tendirustiyê hene divê li daneşînê amade be. Lê heyeta dadgehê daxwaza parêzer bi hinceta pandemî heye red kir.    'Ger ku muwekîla min bireviya nedihat dadgehê'   Muharrem diyar kir ku di îdanameyê de dozger ji ayşeyê re gotiye , "welatîbûna KCD" lê ew nizanin ku ev gotin tê çi wateyê û divê ku ji wan re bê vegotin. Muharrem di berdewamiyê de wiha got,"Em nizanin ku muwekîla min çima girtî ye. Di dosyayê de rwşeke ku divê girtî bimîne tune ye. Herwiha berê jî derbarê dosyayê de parastina xwe kir û hat tahliyekirin. Dema ku ji bo muwekîla min biryara girtinê dan li derê bajêr bû. Lê li gel vê jî hat û tevli daneşînê bû. Tu rewşeke ku bireve tune ye."   'Divê bê tahliyekirin'   Parêzer Berfîn Gokkan jî diyar kir ku ji bo her dosyaya ku bi hev datînin îfadeya wê hatiye girtin û ji bo wê tu vexwendname nehatiye şandin. Berfînê got ku muwekîla wê ji dosyayeke ku îfade daye girtî ye û ji dosyayeke din jî ji ber pirsgirêkên xwe yên tendirustiyê tevli nebûye. Berfînê anî ziman ku muwekîla wê tevli hemû dozên ku lê hatine vekirin bûye û rewşeke wê ya birev  tune ye û divê bê tehlieyekirin.    Daneşîn hat taloqkirin   Heyeta dadgehê piştî navbereke kurt ku da biryar da ku rewşa girtî ya Ayşeyê bila bidome û dozz taloqî 23'yê hezîranê kir.