‘Şûnde gavê navêjin em ê têkoşînê bidomînin’ 2021-03-31 09:05:22     Şehrîban Aslan   AMED - Cîgira Serokê Baroya Amedê parêzer Gazal Bayram Koluman da zanîn ku der barê feshkirina Peymana Stenbolê de serî li Daniştayê dane û wiha got: “Tevî evqas îtîrazê ger ku şûnde gav neyê avêtin em ê çalakiyên xwe, daxuyaniyên xwe yên hevpar, têkoşîna xwe bidomînin.”   Peymana Stenbolê di şeva 20’ê Adarê de bi biryarnameya serokkomar a di Rojnameya Fermî de hat weşandin de hat feshkirin. Peymana ku bi erêkirina meclîsê hatibû qebûlkirin û wek ‘qanûna jinan’ dihat zanîn, bi biryara yek kesî hat feshkirin. Li ser vê jinan û rêxistinên civaka sivîl (STO) bertekên mezin nîşan dan. Jin û baro bi rojane çalakiyan dikin û dixwazin biryar bê kişandin. Baroyan ji bo betalkirinê jî serî li Daniştayê dan. Yek ji baroyê ji bo betalkirinê serlêdan kir jî Baroya Amedê bû. Baroyê diyar kir ku heta şûnde gav neyê avêtin wê dest ji têkoşîna xwe bernedin.   ‘Peymana Stenbolê peymanek giştî ye’   Cigira Serokê Baroya Amedê parêzer Gazal Bayram Koluman destnîşan kir ku di şeva 20’ê Adarê de peyman bi biryarekê hat feshkirin û got di demeke ku her kes di xew de bû ev biryar hatiye derxistin. Gazalê ev tişt vegot: “Dema mirov li naveroka peymanê dinêrin, ev destkeftiyeke herî mezin a têkoşîna jinê ye. Ev peyman tenê jinê an jî şîdeta nav malê nahewîne. Şîdeta nav malê, şîdeta li ser zarokan, li ser mêran, LGBTÎ’yan û her cureyê şîdetê dihewîne. Yanî ev peymaneke giştî ya ku têkoşînê pêşniyar dike ye.”   ‘Tirkiye yek ji 11 welatên ewil yên îmze avêtiye’   Gazalê daxuyakirin ku Tirkiye yek ji 11 welatên ewil yê îmze avêtiye peymanê ye û wiha berdewam kir: “Ev peyman li 34 welat û Tirkiyeyê di meriyetê de ye. Bi giştî 46 welatan îmze avêtiyê. Ev peyman di qada navneteweyî de gelek girîne. Lê di carekê de hat feshkirin. Ev wisa nayê qebûlkirin. Rayeyên serokomar di qanûnan de û di destûra bingehîn de bi sînor e. Serokomar, der barê mijarên ku îradeya nav pergala hikûmetê eleqeder dike, dikare biryarnameyê derxe. Lê Peymana Stenbolê li gorî xala 90’emîn a Destûra Bingehîn, peymanek navneteweyî ye. Ji ber vê jî rakirina peymanê nikare bê kirin. Serokomar sînorên rayeya xwe derbas kiriye.”   ‘Bi fehskirinê şîdet zêde bû’   Gazalê di berdewamiyê de daxuyakirin ku der barê feshkirina peymanê de di çapemeniyê de agahiyên şaş tên parvekirin û divê ev agahî bên rastkirin û got: “Piştî agahiya feshkirina peymanê şideta li ser jinan jî bi awayekî cidî zêde bû. Di rojekê de 6 jin di 2 rojan de 10 jin hatin qetilkirin. Me digot ku ev peyman dema meriyetê de ye jî pêşî li kuştina jinan nayê girtin. Me her carê digot ku divê peyman demildest pêk bê, dest ji polîtîkayên bêcezahiştinê bê berdan. Lê hewldana feshkirina peymanê tenê şîdeta li ser jinan di rojên dawî de zêde kir.”   ‘Şîdeta li hember LGBTÎ’yan zêde kir’   Gazalê her wiha daxuyakirin ku peymanê LGBT'yî û zarok jî diparast û got: “Di rojên borî de li Kocaeliyê mêrê bi navê Firat Delîkanli îşkence li kesê astengdar yê nabihîze kir. Dîmenên îşkenceyê me dîtin. Feshkirina peymanê şîdeta li ser LGBTÎ’yan zêde kir. Gotinên nefretê şîdeta li ser wan zêde kir. Ji ber vê jî ne pêkan e ku em dest ji peymana Stenbolê berdin. Li gorî xala 80’emîn a Peymana Stenbolê divê ev biryar ji Konseya Ewropayê re bê ragihandin. Li gorî vê xalê hîna ragihandinek nehatiye kirin. Ji ber vê jî me di vê pêvajoyê de got hîna peyman di meriyetê de ye. Em her tim bînin ziman. Em STK, baro û saziyên jinan wê têkoşîna xwe bidomînin. Tevgera jinan xwedî paşerojeke xurt in. Me serî li daniştayê da û doza xwe vekir. Em ê têkoşîna xwe bidomînin.”