‘Niha bi hezaran Nahîde Opuz hene’ 2021-03-27 09:06:40     Habîbe Eren   STENBOL - Nahîde Opuz a ku ji aliyê mêrê pê re zewicandî Huseyîn Opuz ve rastî şîdetê hatibû û 36 caran gilî kiribû, ji aliyê dewletê ve nehatibû parastin û DMME’ê Tirkiye mahkûm kiribû. Di doza Nahîde Opuz a ku îskeleta Peymana Stenbolê ava kiribû de, wê demê serokwekîla koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş doz biribû DMME’ê. Meralê diyar kir ku niha bi hezaran Nahîde Opuz hene û got dewlet mafê jinan ji dest digire.   Nahîde Opuz ku bi salan rastî şîdeta mêrê pê re zewicandî û malbata wî hat 36 caran serlêdana gilî kir lê tevî vê nehatibû parastin. Nahîdeyê di 15’ê Tîrmeha 2002’yan de li dijî dewleta komara tirk li Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) doz vekir. DMME’ê di 9’ê Hezîrana 2009’an de biryara der barê Tirkiyeyê da û got Tirkiyeyê welatiya xwe neparastiye.   Nahîde ya li Amedê dijiya di mijdara 1995’an de bi Huseyîn Opuz re zewicî. Piştî dizewice sê salan ew û dayika xwe rastî îşkenceya gumanbar tên, rastî êrîşa bi kêr û bi wesayîtê pelçiqandinê tên. Gumanbarê ku ji sûcên derb û birîndarkirina giran doz lê hat vekirin bi hinceta qelsiya delîlan ceza negirt. Huseyîn Opuz yê cara duyem hat binçavkirin bêyî bê girtin hat darizandin. Ji ber her du jinan der barê êrîşê de giliyên xwe şûnde kişandin doz jî hatin xistin. Di 11’ê Adara 2002’yan de dayika Nahîdeyê keça xwe digire û biryarê dide li Îzmîrê bi cih bibe lê gumanbar di rê de pêşiya wan digire û dayika wê tê qetilkirin. Der barê gumanbar de di 13’ê Adara 2002’an de doza cemawerî hat vekirin.   Piştî dayika wê hat qetilkirin doz hat vekirin   Nahîdeyê doza destberdanê vekiribû û piştî dayika wê hat qetilkirin bi encam bû û dest jê berda. Nahîdeyê piştî qetilkirina dayika xwe serî li DMME’ê da û got rayedar li dijî şîdet û tehdîda li ser wan bêhestiyar mane. Di serlêdanê de bi hinceta ku sererastkirineke ku jinê biparêze tune ye û newekhevî tê kirin, xala 14’emîna DMME’ê hatiye binpêkirin.   Ji bo gumanbar xelat: Cezayê pere   Doza der barê qetilkirina dayika Nahîdeyê de li Huseyîn Opuz hatibû vekirin di 26’ê Adara 2008’an de bi hencam bû. Heyeta dadgehê her çiqas ji sûcên ‘kuştina kesan’ û ‘çeka bê rûhsat’ ceza bide jî bi îdiaya ‘ gumanbar di bin tahrîkê de sûc kiriye 15 sal û 10 meh û 180 lîra pereyê Tirk da. Gumanbar di pêvajoya girtinê de jî hinceta wê biryar li dadgeha temyîz bê lêkolînkirin hat berdan. Nahîdeyê piştî vê tehdîd lê hat kirin û ji bo parastinê daxwaz kir. Nahîdeyê agahî da DMME’ê û got li dijî daxwaza parastina wê tu tedbîr nehatiye girtin. Sekreterya DMME’ê ji hikûmetê bersiv xwest. Merciyan diyar kirin ku wêne û şopa tiliyên gumanbar li qerekolan belav kirine.   Piştî biryara DMME’ê wezareta karê hundir der barê Nahîde Akgun (Opuz) de biryara parastinê da.Parastina Nahîdeyê ya nêz piştî demekê veguhertin parastina bideng.Dewletê ji ber biryarê tezmînat da Nahîdeyê. Piştre doza Nahîdeyê hîmê Peymana Stebolê ava kir.   Tirkiyeyê piştî vê dozê bi lez Peymana Stenbolê îmze kir û xist meriyetê. Gotina gumanbar a ‘Ez hatim malê, hevjîna min li mala dayika xwe bû, xwarin tunebû, ez qêriyam û alozî derket min kêr kir’ wek ‘rolê zayenda civakî ne hinceta şîdetê ye’ ket peymanê. Gotina ‘Dayika hevjîna min karê dijahlaqî dikir, min kuşt’ jî wek ‘krîtera namûsê ya subjektîf nabe şîdeta li hember jinê’ ket peymanê.   DMME’ê yekem car dewletek di şîdeta li hember jinê de mahkûm kir.   Meral Daniş Beştaş: Niha gelek Nahîde Opuz hene   Yek parêzerên wê demê yê Nahîdeyê û serokwekîla koma HDP’ê û parlamentera HDP’ê Meral Daniş Beştaş tevlî dozê bûbû. Meral ku wê demê seroka Navenda Pêkanîn û Şêwirmendiya Mafê Jinan a Baroya Amedê bû, piştî doz girt û dayika Nahîdeyê hat qetilkirin, doz bir DMME’ê.   Meralê bertek nîşanê vekişîna Peymana Stenbolê da û got: “Niha gelek Nahîde Opuz hene. Hewl didin mafê bi hezaran jinî ji dest bigirin. AKP şîdeta li hember jinê ji bo polîtîkayên xwe dike alav. Biryara ji doza Opuz derket, bingeha Peymana Stenbolê ava kir. Bêguman berê jî vê berxwedanek mezin a jinan hebû. Lê vê dozê hîmê Peymanê avêt. Niha jî bi awayekî dijhiqûqî ji vê vekişiya.”   ’Serokomar nikare fesh bike’   Meralê di berdewamiyê de daxuyakirin ku ji roja peyman hatiye îmzekirin heta niha bi bandor pêk nehatiye û ev tişt vegot: “Di xala 90’emîn a Destûra Bingehîn de tê gotin ku peyman çawa dikevin meriyetê û çawa tê pêkanîn. Ji ber vê rayaye serokomar tune ku fesh bike. Ji ber vê hîna jî di meriyetê de ye. Jin wê tu car destûrê nedin vê. Ji peymanê vekişîn tê wateya, ku mirina jinê tê erêkirin e.”