Hiqûqnasên jin: Em peymana Enqerê red dikin 2021-03-25 14:47:09   STENBOL - Hiqûqnasên jin li dijî fesihkirina Peymana Stenbolê li ber Edliyeya Çaglayanê hatin gel hev û hewldana îqtîdarê ya ji bo Peymana Enqereyê red kirin.    Jin li dijî fesihkirina Peymana Stenbolê ya ji aliyê Serok Komar ve li her derê di çalakiyan de ne. Komîsyona Hiqûqê ya Piştevaniya Mor, li ber Edliyeya Çaglayan a li Stenbolê ji bo balê bikişîne ser Peymana Stenbolê ya hat fesihkirin daxuyaniyek da. Li gel gelek parêzerên ku tevli daxuyaniyê bûn Hevseroka ÎHD'ê ya Giştî Eren Keskîn jî piştgirî dayê. Di daxuyaniyê de pankarta bi dirûşmên "Peymana Stenbolê ya me ye em dest jê bernadin" û "Em bêdeng namînin û natirsin" hat vekirin.     Di serî de parêzer Çagla Çînlî mafê axaftinê girt. Çagla diyar kir ku dixwazin faşzma xwe mayînde bikin û wiha berdewam kir, "Bedela peymana stenbolê jin û zarokan bi jiyana xwe daye. Ev biryara fesihkirinê bi xwe rê li ber destdirêjî, tundî û kuştina jinan vedike. Ger ku Peymana Stenbolê pêk bihata îro gelek jinên ku hatin qetilkirin wê di nav me de bûna. Em polîtîkayên ku dijminantiya jinan dikin red dikin."   'Em peymana Enqerê qebûl nakin'   Parêzer Sezen Ezer jî diyar kir ku dewlet di bedêla qirkirina jinan asteng bike pêkanînên ku mexdûran diparêzin asteng dike û wiha berdewam kir, "Em li şûna Peymana Stenbolê pêkanîneke heteroseksîst ku malbat û civakeke li gorî wan diafrîne û jina makul meşrû dike; Peymana Enqreyê napejirînin. Em vê biryara fesihkirinê ku îradeya me tune hesibandiye qebûl nakirin. Li dijî dewelta ku dijminantiya jinan dike em dibêjin bijî hevkariya jinan."   Daxuyanî bi vexwendina jinan a ji bo çalakiya ku wê roja Şemiyê li Kadikoyê bê lidarxistin û bi dirûşmên, "Biqîre bila her kes bibihîze", "Kuştina jinan polîtîk e" bi dawî bû.