Doza rojnamevan Hatîce Şahîn hat taloqkirin 2021-03-24 13:28:06   AMED - Doza bi îdiaya "endematiya rêxistinê" li rojnamevan Hatîce Şahîn hat vekirin û heta 15 salî ceza tê xwestin ji bo lêkolînkirina dosyayên şahidên nepen hat taloqkirin.    Danişîna doza nûçegihana rojnameya Yenî Yaşamê Hatîce Şahîn a di çarçoveya lêpirsîna li ser Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) de di 18’ê cotmeha 2018’an de hatibû binçavkirin û pişt re serbest hatibû berdan li 9’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat lidarxistin. Hatîce bi îdiaya “endama rêxistinê ye” tê darizandin. Hatîce beşdarî danişînê nebû û parêzerê wê Resûl Tamûr amade bû.   Di danişînê de Lorîn Baran wek şahid hat guhdarkirin. Lorîn anî ziman ku li buroya Yenî Yaşamê ya Amedê wek sekreter dixebite û Hatîce Şahîn jî xebatkara rojnameyê ye û ew nebûye şahidê xebatek dijqanûnî.    Dozger ji bo kêmasiyên dosyeyê temam bibin xwest dosye were rawestandin û derbarê Hatîce de jî biryara şertê kontrola edlî berdewam bike da.   Parêzer Resûl Tamûr jî destnîşan kir ku ew îfadeyên şahidên nepen Ezel û Firar derbarê miwekîla wî de dane qebûl nake û piştî biryara dozê were amadekirin wê parastina berfireh bike.    Şandeya dadgehê piştî navberê biryar da ku dosyeya Ezel û Firar were lêkolînkirin û derbarê Hatîce de jî qedexeya derketina derveyî welat bidome. Dadgehê danişîn taloqî 28’ê hezîranê kir.