Ji AYM'ê derbarê 9 parlamenterên HDP'ê de biryara binpêkirinê 2021-03-18 12:10:00     ENQERE - AYM'ê derbarê 9 parlamenterên HDP'ê ku ji ber tevli daxuyaniyê bûne û 5 mehan girtî mane de biryara ku mafên xwepêşandan hatiye binpêkirin da.   Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) derbarê 9 parlamenterên HDP'ê ku ji ber tevli daxuyaniyê bûne û 5 mehan girtî mane de biryara ku mafên wan ê xwepêşandan hatiye binpêkirin da. Li gorî vê biryarê wê ji 9 HDP'yiyan re 40 hezar TL tazmînat bê dayîn.    Hevserokê HDP’ê yê Şîşliyê Mûtlû Ozturk û endamên partiyê Aydin Saliş, Huseyîn Fîdanboy, Mehmet Emîn Elma, Alî Edebalî, Muslum Kiliç, Necla Yildiz, Songul Çelîk û Şefa Alar, bi hinceta ku di salvegera damezrandina partiya xwe de daxuyanî dane û li dijî êrişa Tirkiyeyê ya li ser Efrînê derketine bi hinceta “propaganda rêxistinê” û “muxalefeta li dijî qanûna meşe” hatibûn binçavkirin û girtin. AYM’ê derbarê her neh kesan de jî ku piştî girtina xwe ya 5 mehan hatibûn berdan de biryara “binpêkirina maf” û razandina tazmînatê da. Wê tazmînat cuda cuda ji her HDP’iyek re 40 hezar TL bê razandin.