Îdianameya têkildarî Roza Metîna hat amadekirin 2021-03-17 11:51:14     AMED - Di îdianameya ji bo Nivîskar û Rojnameger Roza Metîna hat amadekirin de dozger bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" derbarê Rozayê de ji 5 salan heta 10 salan cezayê girtîgehê xwest.   Di 20'ê Mijdara 2020'î de ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Amedê ve bi hinceta lêpirsîna Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) gelek parêzer, nivîskar û rojnameger hatibûn binçavkirin. Di nav kesên hatin binçavkirin de Edîtora Servîsa Kurdî ya Ajansa me û endama PENa Kurd Roza Metîna jî hebû. Têkildarî Roza Metîna ya ku di 23'yê Mijdara 2020'î de derket edliyeyê û bi şerdê kontrola edlî serbest hat berdan bi îdiaya "Endamtiya rêxistinê" îdianame hat amadekirin.    Îdianameya ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Amedê ve hat amadekirin ji aliyê dadgehê ve hat qebûlkirin.    Îfadeya Rozayê di îdianemeyê de cih girt   Îfadeya Rozayê di îdianemeyê de cih girt. Rozayê di îfadeya xwe de diyar kir ku ew nivîskarek e agahiyên di dokumana dîjîtal de nasnameya wê ya nivîskariyê ye û da zanîn pirtûkên ku hatine qedexekirin di dema girtiye nehatibû qedexekirin û ew pirtûk ji bo lêkolînê girtiye."   Ji endametiya rêxistinê ceza hat xwestin   Di îdianameyê de hat ragihandin ku navê Rozayê di dokumanên ku hatine bidestxistin de derbas bûye û endama KCD'ê ye û hat gotin bi armanca avakirina yekîtiya kurdan, çalakiyên li dijî yekîtiya dewletê û dibe sedema jihevqetandina civakê kiriye armanc û bi îdiaya endametiya rêxistinê di navbera 5 û 10 salan de ceza hat xwestin.    Îdianameya hat amadekirin ji aliyê 5'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê ve hat qebûlkirin û rûniştina yekem di 27'ê Gulanê de ew ê bê dîtin.