Wê ji nû ve doza Leyla Aydemîr bê dîtin 2021-03-12 16:43:37     AGIRÎ - Wê doza Leyla Aydemîr ku li Agiriyê piştî windabûna xwe ya 18 rojan mirî hat dîtin ji nû ve bê dîtin û danişîna destpêkê di 28’ê gulanê de ye.   Leyla Aydemîr (4), di 15’ê hezîrana 2018’an de li gundê Bezîrgane yê navenda Agiriyê winda bû û piştî 18 rojan mirî hat dîtin. Doza ku derbarê windakirina Leyla Aydemîr de hatibû vekirin, bi dawî bûbû û li apê wê Yûsûf Aydemîr cezayê muebetê hatibû birîn û 6 bersûcan jî beraet kiribûn. Lê beriya demekê Dadgeha Herêmê ya Erziromê, vî cezayê li apê Leyla Aydemîr hatibû birîn û biryara beraetê ya ji bo 6 bersûcan xera kir û dosyayê ji bo ji nû ve darizandinê ji dadgeha herêmî re şand. 1’emîn Dadgeha Cezaya Giran a Agiriyê, ji bo danişîna destpêkê 28’ê Gulanê diyar kir.