Rûniştina Rojnameger Kîbrîye Evren hat taloqkirin 2021-03-09 15:21:55   AMED - 12'emîn rûniştina doza têkildarî Rojnameger Kîbrîye Evren hatibû destpêkirin hat dîtin. Doz careke din hat taloqkirin.    Rojnameger Kîbrîye Evren di Cotmeha 2018'an de hatibû binçavkirin û piştre hatibû girtin. Piştre di Mijdara 2019'an de tehliye bûbû. 12'emîn rûniştina doza têkildarî Rojnameger Kîbrîye Evren ku bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" û "propagandaya rêxistinê" hatibû destpêkirin li 5'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amadê hat dîtin. Parêzer Pîrozhan Karali û Resûl Temûr di rûniştinê de amade bûn.    'Ez şahidê eşkere nas nakim'   Rûniştin bi parastina Kîbriye Evren dest pê kir. Kîbrîye da zanîn ku wekî Veysel Sonsuz gotiye ew neçûye qada bejahiyê û da zanîn ew wî nas nake. Kibriye berata xwe xwest.    Piştre Veysel Sonsuz diyar kir ku ew nebûye şahidê gotin û faaletiyete Kîbriye ya rêxistinê.    'Min di nava partiyeke siyasî de cih negirt'   Kîbriyeya ji bo parastinê dîsa mafê axaftinê xwest wiha got:"Ez di Jinnewsê de dixebitim û min di partiyeke siyasî de peywir negirtiye."   Rûniştin taloqî 24'ê Hezîranê hat kirin.