Ji MEBYA -DER'ê 12 kes hatin girtin 17 kes jî hatin berdan 2021-03-10 11:34:20     AMED - Ji 29 kesên ku di operasyona li dijî MEBYA -DER'ê pêk hat de hatin binçavkirin 12 jê hatin girtin û 17 kes jî hatin berdan.    Di çarçoveya lêpirsîna ku li dijî Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Xizmên xwe li Dergûşa Şaristaniyê Winda kirine( MEBYA -DER) di 27'ê Sibatê û 3'yê Adarê de hat destpêkirin  29 kes hatibûn binçavkirin.   Duh hevserokên MEBYA -DER'ê Yuksel Almas û Şeyhmus Karadag, endamên komeleyê Murat Uzgun, Emîne Aksoy, Ayşe  Çelîkbîlek, Mehmet Nur Savaş, Mustafa Karahan, Saît Borta, Ayşe Tutmaz, Hulya Varan, Mehemt Yildiz, Fehîm Azak, Mustafa Uyguner û Taylan Aslan piştî îfadeyên wan li emniyetê hatin girtin duh derxisitn edliyê.   5 kes hatin girtin   Du hevserokên MEBYA -DER'ê Yuksel û Şeyhmus û Mustafa Karahan, Mustafa Uyguner û Fehîm Azak piştî karê wan li dozgeriyê qediya  bi îdaya "endamtiya rêxistinê" sewkî dadgeriyê hatin kirin û hatin girtin.     Li Dadgeriyê Ayşe Çelîkbîlek, Hulya Varan, Ayşe Tutmaz, Murat Ozgun, Mehmet Yildiz, Taylan Aslan, Saît Borta û Mehmet Nur Savaş jî bi şertê kontrola edlî hatin berdan.   Ji endamên Komeleyê Hatun Aslan (71) û Meryem Soylu (79) jî di nav wan de 7 kes di dadgeha beriya vê de hatibûn girtin û 9 kes jî bi şertê kontrola edlî hatibûn berdan. Bi girtinên herî dawî re hejmara kesên hatin girtin derket 12'an û 17 kes jî bi şertê kontrola edlî hatin berdan.