Daneşîna doza Adalet Kaya û Ceylan Aslan taloq kirin 2021-03-03 15:16:17     AMED -  Daneşîna doza Seroka Komeleya Jinan a Rosayê Edalet Kaya ku ji ber xebatên xwe yên komeleyê û "endamtiya rêxistinê" tê darizandin û Aktîvîsta TJA'yê Ceylan Aslan jê tên darizandin taloqî 6'ê Îlonê kirin.    Danişîna doza Seroka Komeleya Jinan a Rosayê Adalet Kaya bi îdiaya “endama rêxistinê ye” tê darizandin li Dadgeha Cezayê Giran a 11’emîn a Amedê hat lidatxistin. Tê îdiakirin ku Kaya delegeya KCD’ê ye, bi boneya beşdarî çalakiyan bûye û li ser medya civakî du parvekirinan kiriye tê sûcdarkirin. Adalet Kaya û parêzerên xwe beşdarî danişînê bûn. Adaletê parastina xwe kir, îdiayên li hember xwe red kirin û beraeta xwe xwest. Dozger xwest li benda encama lêkolîna materyalên dîjîtal were sekinandin.   Parêzerên Adaletê jî parastina miwekîla xwe kirin û xwestin şertê kontrola edlî yê derbarê Adaletê de were rakirin. Şandeya dadgehê şertê kontrola edlî rakir û danişîn taloqî 6’ê îlonê kir.    Daneşîna aktîvîsta TJA'yê Ceylan Aslan hat taloqkirin   Piştî vê daneşîna aktîvîsta TJA'yê ku bi îdaya "endamtiya rêxisitnê"  dihat darizandin Ceylan Aslan li 11'emîn Dadgeha Cezayê Giran hat dîtin. Ceylan û parêzerê xwe li daneşînê amade bûn.    Di daneşîna hat kirin heyeta dadgehê doz taloqî 6'ê Îlonê kir.