Daneşîna doza Nurcan Yalçin Hat taloqkirin 2021-03-03 13:42:46     AMED - Daneşîna Doza Nurcan Yalçin a ku di çarçoveya lêpirsîna derbarê Komeleya Jinan a Rosayê de hatibû vekirin taloq kirin.    Rojnameger Nurcan Yalçin, di çarçoveya lêpirsîna derbarê Komeleya Jinan a Rosayê de ku li Amedê hat destpêkirin bi îdaya "endamtiya rêxisitnê" û "Propagandaya rêxistinnê kiriye derbarê wê de lêpirsîn hatibû destpêkirin. Daneşîna 3'emîn a doza ku Nurcanê jê tê darizandin li 9'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin. Nurcanê tevli daneşînê nebû parêzerê wê Resu Temur tevli bû.      Piştî parastina parêzer heyeta dadgehê navbereke kurt da. Piştî navberê heyetê xwest ji bo ku mutala bê amadekirin biryar da dosya ji makamê îdayê re bê şandin û daneşîn taloqî 9'ê Hezîranê kir.