Ew ê mutalaaya 5'ê Hezîranê bê amadekirin 2021-03-02 10:27:28     AMED - Rûniştina 19 polîsên têkildarî êrişa 5'ê Hezîranê ya li ser mîtînga HDP'ê îhmala wan hebû bi hinceta ew ê mutalaa bê amadekirin hat taloqkirin.    Di 5'ê Hezîrana 2015'an de êrişa bombeyî ya DAÎŞ'ê di mîtînga HDP'ê de hatibû kirin.Têkildarî êrişê doz bi hinceta "bikaranîna peywirê ya nebaş" li 19 polîsan doza hatibû vekirin. 11'emîn rûniştina dozê li 14'emîn Dadgeha Cezayê Eslî ya Amedê hat dîtin. Kesên di mîtingê de xizmên wan jiyana xwe ji dest dan, kesên birîndar bûbûn, parêzer û parêzerên bersûcan beşdarî rûniştinê bûn.    Rûniştin bi tespîta nasnameyê dest pê kir.    Heyeta dadgehê di rûniştinê de bi hinceta amadekir û pêşkeşkirina mutalaayê doza taloqî 25'ê Gulanê kir.